
Flynn plana eskerî ya ku Tirkiye dijberê wê bû da rawestandin – piştî ku weke amûra wê pere danê. Ev hevoka li jêr sernûçeya di malpera McClatchy News Services de ye ku Vera Bergengruen nivîsiye.
Li gorî nûçeyê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê biêrveberiya Trump, Michael Flynn beriya ku ji kar bête dûrxistin biryara vê rêveberiyê ya yekem a li ser şerê li dijî DAIŞ´ê de daye. Ev biyar jî li gorî daxwazên Tirkiyeyê ye. Nûçe dide zanîn ku Tirkiyeyê ji bo ku berjewendiyên wê temsîl bike bêhtirî 500 hezar dolarî daye Flynn.
Biryar 10 rojan beriya ku Donald Trum weke serokê Emerîkayê sûndê bixwe hat dayîn. Hingê Michael Flynn bi Şêwirmenda Ewlekariya Neteweyî ya rêveberiya Obama Susan Rice re rûnişt, û wê ji Flynn re behsa plana Pentagonê ya rizgarkirina paytexta de facto ya DAIŞ´ê Reqayê tevî QSD û YPG´ê kir. Tîma Ewlekariya Neteweyî ya Obama plan bi her awayî amade kiribû, û ew li benda îmzekirina Trump hiştibû, lewma li gorî wan, wî dê ji sedî sed ev plan dewam bikirana.
Lê belê Flynn qet dudilî nebû û ji Rice re got, bila planê dereng bixe, û vê yekê jî dê plana eskerî bi mehan dereng bixistana.
Helwêsta wî û daxwazên Tirkiyeyê yek bûn
Nayê zanîn ka Flynn sedemên bersiva xwe rave kiriye yan na, û her wiha nayê zanîn ka gelo ew bi kesên din ên di tîma xwe de şêwiriye yan na; lê belê tê zanîn ku helwêsta wî û daxwazên Tirkiyeyê bi temamî hev digirtin. Ev jî ew bû ku dijberê hevkariya Pentagonê bi hêzên Kurd ên li Sûriyeyê re bû. Nûçe bi îhtîmam derdixe pêş ku Tirkiye mişteriyê Flynn yê neeşkerekirî bû. Trump di dawiyê de dê plana Reqayê qebûl bikira, lê piştî ji kar avêtina Flynn bi hefteyan.
Gotinên heta bi xiyanetê jî hene
Li gorî nûçeyê, niha endamên Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) kirina Flynn dixin ber lêpirsînê û hevdîtina wî ya bi Rice re wekî destwerdana herî cidî a hêzeke ji derve ya li siyaseta DYE´yê dibînin: tevgeriyana li ser navê hêzêeke biyanî ya ku jê pereyekî zêde wergirtiye.
Li gorî nûçeyê hin endamên Kongreyê di axaftinên taybet de heta behsa xiyanetê jî dikin. Nûçe li ser mijarê wiha dewam dike: „Lê belê çi xiyanet û çi tiştekî din, redkirina Flynn a operasyoneke eskerî ya bi mehan hatibû amadekirin, dike ku mirov bipirse ka gelo muhtemelen wî li çi mijarên din ên kilît tesîr kirine di nava bêhtirî sê hefteyên ku ew Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Trump bû, û di wan mehan de ku ew di kampanyaya Trump de Şêwirmendê Siyaseta Derve bû.
Ji ber têkiliyên bi Rûsyayê re ji kar hatibû avêtin
Trump Sibatê Flynn ji kar avêtibû ji ber sedemên din. Wî derew li Wekîlê Serokê DYE´yê Mike Pence kiribû der barê hevdîtina xw eya bi sefîrê Rûsyayê li DYE´yê re.
Piştî ku Flynn ji kar hat avêtin, hin endamên Kongreyê yên ji Demokratan, xwest li gorî destûra bingehîn a 1799´an a ku her kesê ferdî ê qedexe dike dest werde peywendiyên DYE´yê yên dîplomatîk bi hikûmetên biyanî re.
Nivîskara meqaleyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî da zanîn ku Flynn bi temamî 530 hezar dolar stendiye û bi hişkî li dijî operasyona Reqayê derketiye û agahiya di nûçeyê de jî bi vî awayî temam kir.
WASHINGTON