Mudirê Muzexaneya Reqayê, Mihemed Izo dibêje, gelek berhemên dîrokî û şûnwar hatine xirakirin û talankirin; lê ew tevî Komîteya Şûnwaran hewl didin şûnwarên mayî biparêzin û restorekirin beşek ji vî karî ye.
EHMED ESAF/EMAR ABDULATÎF / ANHA/REQA
Mudirê Muzexaneya Reqayê, Mihemed Izo got, pêwîst e ji nû ve şûnwarên Reqayê werin restorekirin. Ew şûnwar êdî li ber nemanê û tinebûnê ne. Wî wekî destnîşan kir ku Komîteya Şûnwaran û Muzexaneyan a Reqayê, hindik maye qonaxa duyê ya restorekirina muzexaneya bajêr bi dawî bike.
Şûnwar, weke kewareke çandî ya gelan e. Ew şaristanî û çanda wan gelan rave dike. Bajarê Reqayê jî xwedî dîrokeke zengîn e. Gelek şûnwarên dîrokî tê de hene. Dîroka wê bi destpêkirina şaristaniyê re li hewza Geliyê Rafîdên destpê kir. Dîroka hewza Geliya Rafîdên weke yekê ji şaristiyên dîroka mirovatiyê yên destpêkê tê hesibandin.
500 mekanên dîrokî hen
Di dirêjahiya salên alozî û şerê Sûriyê de komên çete, bajarê Reqayê kontrol kirin. Di wê demê de şûnwarên dîrokî yên bajêr talan û wêran kirin.
Komîteya Şûnwaran a Reqayê ya ser bi Meclisa Sivîl a Reqayê ji destpêka avabûnê ve gelek proje dan destpêkirin da ku şûnwarên bajêr û gundewarên wê restore bike.
Mudirê Muzexaneya Reqayê Mihemed El-Izo hejmara şûnwarên Reqayê û xebatên Komîteya Şûnwar û Muzexaneyan a Reqayê ji bo parastin û restorekirina şûnwaran bi bîr xistin. El-Izo diyar kir ku 500 cihên dîrokî li herêmê hatine belgekirin. Di nav wan de gir, avahiyên di ser erdê re diyar û avahiyên di bin axê de jî hene.
Ji sala 1942´yan arkeolojî
Têkildarî girîngtirîn qonaxên rêwîtiya lêkolînan ku li herêmê çêbûne El-Izo got, “Vekolandinan li bajarê Reqayê di sala 1942`an de li herêma qesrên Abasî dest pê kir. Gelek şandeyên Sûrî, Ewrûpî û Emerîkî heta sala 1980`yî hatin herêmê û lêkolîn kirin. Di heman salê de muzexaneya Reqayê hate avakirin. Bi avakirinê re dest bi vekolandinê hate kirin.”
Derbarê binpêkirinên ku li dijî şûnwaran hatine kirin El-Izo got: “Di salên derbasbûyî de cihên dîrokî rastî gelek binpêkirinan hatin. Hatin talankirin û wêrankirin. Ji ber wê divê em hemû wê ji nemanê, tinebûnê biparêzin.”
Tenê beşek hatiye restorekirin
El-Izo cihên dîrokî yên ku pêwîst in werin restorekirin jî bi bîr xistin, yên weke Deriyê Bexda, Sûra Reqayê ya dîrokî yên ku dîroka wan vedigere serdema Ebasî. El-Izo destnîşan kir ku di havîna bihurî de beşek ji wan hatiye restorekirin. Bi hatina zivistanê re xebatên komîteyê rawestiyane. Her wiha Keleha Caber li bajarê Tebqayê hatiye restorekirin.
El-Izo bal bire ser wê yekê ku derfetên madî yên kêm li pêşiya xebatên restorekirinê dibin asteng. El-Izo di nav gotinên xwe de xeterên li ser şûnwarên dîrokî yên bajarê Reqayê jî bi bîr xistin. El-Izo diyar kir ku hinek şênî û koçberan navendên dîrokî ji xwe re kirine mesken.
Di dawiyê de El-Izo got, Komîteya Şûnwaran a Reqayê hindik maye qonaxa duyemîn a restorekirina muzexaneya Reqayê bi dawî bike. Komîte bi vê projeyê dixwaze van şûnwaran biparêze.