
Li taxên Betanî (El-Beyatra) û El-Berîd ên Reqayê şer giran e. Di şer de 16 çete hatin kuştin. Li başûrê Reqayê jî depoyeke cebilxaneya çeteyan kete dest şervanan. Li aliyê din gelek sivîlên ji Reqayê jî xwe gihandin herêmên ewle, YPG´ê dîmenên wan weşandin.
Operasyona rizgarkirina Reqayê di roja 15´an de ye. Çeteyên DAIŞ'ê pêr êvarê êrîşî taxên Betanî û El-Berîdê kirin. Şervanan bersiv da êrîşan û şerekî giran rûda. Şer dema nûçe dihat amadekirin jî dewam dikir. Li gorî agahiyan li van her du taxan herî kêm 16 çete hatine kuştin û cesedên 4 çeteyan li herêma di kontrola şervanan de mane.
Pêr êvarê li taxa Betanî, wesayiteke bombebarkirî hatibû rûxandin. Şerê li van her du taxan bi rengekî dijwar dewam dike.
Ji bilî eniyên rojhilat û rojava, şervanên QSD´ê, ji başûr ve jî ber bi navenda bajêr ve diçin. Li vê herêmê, ev du roj in şer dijwar e û gelek çete hatine kuştin. Her wiha depoyeke cebilxaneyan a ji topên hawan, çek û fîşekên wan ket destê şervanan.
Sivîl bi rizgarbûnê şa bûn
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, dîmenê rizgarkirina sivîlên taxên Qedîsiyê û Direiyê yên Reqayê, weşand.
Gelek sivîlên ji taxên Qedîsiyê û Direiyê yên Reqayê ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, derbasî herêmên ewle hatin kirin.
Yek ji şêniyên taxa Direiyê di rê de axivî û got, ji bo taxa wan bê paqijkirin ew jê derketine û piştre wê dîsa vegerinê.
Dayikekê jî got, "Hêzên QSD'ê bi rengekî pirr baş pêşwaziya me dikin û me diparêzin."
Kalek jî ji şervanekî QSD'e re dibêje, "Dema me al dîtin, em li wesayitên xwe siwar bûn û em yekser hatin." Û bi dewamî got, "Di rê de mayin hebûn. Doh mayinek teqiya û em pirr êşiyan. Lê şikir em baş in."
REQA