Dîdeban


Yek ji navên meha Sibatê ya li cem Kurdan jî Reşemî ye. Ev nav ji çi hatiye, koka wê digihije ku derê baş nayê zanîn. Lê ya rastî gava mirov bala xwe dide hind serpêhatiyên gelê Kurd mirov dibêje qey ev nav bi zanayî hatiye hilbijartin û li vê mehê hatiye kirin. Reş û meh an go reşemî. 

Di van rojên ku li Ewrûpa, Rojhilata Navîn û hema bigir li her deverên cîhanê gelê Kurd ji heft salî heta heftê salî li ser piyan in, ev roja reş a di zikê vê mehê de bi rik û nefreteke bêtixûb tê rûreşkirin. Berî 18 salan gava Rêber Ocalan bi awayekî bêbextî û bêhiqûqî ji nav dilê gelê Kurd hat qetandin û li grava barbariyê hat dîlkirin, Kurdan roja dîlketina wî wek: Roja Reş binav kir. Ew roj ev roj e Kurd di her salvegera vê komployê de dil û cegerên xwe dikin çek û mertal li dora serokê xwe ku ji hezar salan vir de cara yekem e hinde ji nêzîk ve bûyî hêviya azadiyê dikin xelek. Di dîroka mirovahiyê de ev cûre hezkirin, dilsozî û girêdan nehatiye dîtin. Dijminên gelê Kurd jî ji aliyekî ve şaşwaz dimînin, cîhan jî maetel dimîne, sirra vê peywendiyê hinde bi hêsanî nayê dahûrandin, analîza wê ne ewqas rehet e.

Di vê meha ku bi sedî caran peyva reş, roja reş û reşe meh li bin guhê mirovan dikeve de helbesta hozanê ermen Zahrad demildest hate hişê min.

Eger tu tevahiya rengan, tevahiya ronahiyan, tevahiya eşqan derxî ji jiyana xwe, vaye ji te re wê bimîne, wê bi tenê reş bimîne...fermo heta dixwazî ji xwe re bikar bîne...

Di babeta reş de, roj û salên reş de gelê Ermen belkî ji tevahiya gelên cîhanê zêdetir xwedî ezmûn û serpêhatiyên dijwar e. Wisa ku piştî jenosîda mezin êdî ti roj û demên wan spî nebû, dijminên rengê spî, dijminên pirrengiyê jiyana wan jî tarî û reş kirin. Lê aliyê din ê rastiyê jî ev e ku yê ji wan re jî mayî rengê reş e. Dîrokeke reş ji derewan pê ve, edebiyateke reş ji xwepesinandinên vik û vala pê ve, rûyekî reş ji lekeyên ji xwîn û birîna gelan pê ve, destekî reş ê bi xwîn û xwîdana gelan ve hevîrê xwe diwestire... Ango ev rengê reş di dema şîn û girînê de li gelê Ermen, Kurd, Siryan, Asûr û Pontosan tê, lê ji bo serdestên Tirk yên dagirker û tevkujer herdem rengê reş li dar e. 

Gel derxistin ji jiyana xwe, ew gelên ku niştecih û xwediyên herî kevnare yên xaka Anatolya û Mezopotamyayê bûn. Ew gelên ku di dîroka mirovahiyê de rengên herî xweşik, narîn û nazenîn yên herêmê bûn.  Deng derxistin ji asîmanên Kurdistan û Rojhelata Navîn ku ew deng dengên herî zîz û pîroz yên mirovahiyê dihêne qebûlkirin. 

Nav derxistin, nav tine kirin; ew navên ku beriya dîrokê li çiyan, dar û deviyan, kendal û geliyan, li gund û bajaran heta li stêrkên asîmanî hatibûn kirin, bi şûrên xwe yên qirêj û bi sirûdên xwe yên kirêt ve ji nav cegera dîrokê qewartin û derxistin. Li şûna wan navên derew, çêkirî û neşirîn li erdnîgara kevnar û qedîm kirin. Li ser çiya û baniyan, Ez Tirk im, bextewar im, nivîsandin. Lê kar nekir, înkar nebû çare, xweza û hişmendiya mirovî ev yek qebûl nedikir û nekir. Lewre rastiya jiyanê ne bi tenê di rengekî de ye. Reş jî yek ji rengên rastiya xwezayê ye û bê spî bê yî rengên din ew tenê bobelateke li ser serê mirovan.  

Belkî jî ev gelê ku îro herî zêde nefretê jê dikin li pêş serkeftina ya di bin ala reş de bû asteng. Di gelek gotin û gotûbêjan de jî vê rastiyê bi lêv dikin. Lewre hinde rik û nefreta wan ji rêbertiya gelê Kurd heye. Rûm û Pontûs qediyan, Ermen û Siryan qediyan, Asûr û Keldan qediyan, li aliyê din bi milyonan Çerkez, Ereb, Laz, Lezgî û wd hatin bişavtin, niha ji Tirkan bêtir û bi sedqatî jî dijwartir Tirk in. Lê ya neqediya û tinenebûyî gelê Kurd bû û wisa jî rêbertiya ku bi navê birêz Abdullah Ocalan derketî ser dika dîrokê. Ew e ku dibe sedema nefretê, ew e ku li gel her cûre barbariyê jî nakeve, natewe û têknaçe. Kurdan îsal carekî din dan nîşan ku li dijî reş û reşahiyê, li dijî tarîtiyê bi dilekî ronî û geşbîn têdikoşin. 

Reş heye, lê reşbînî di ferhenga gelê Kurd nîne.