
Rojnamevan Amed Dîcle ji ANF´ê re nivîsand ku dewleta Tirk amadekariyên êrîşeke nû li dijî Rojava dike. Li gorî wî, rêveberiya Enqereyê li Rojava û Ewrûpayê amadekariya sûîqestê kiriye, lê ev hewldan bi giranî hatine pûçkirin.
Li gorî Dîcle parvekirî amadekariyên reşkujiyan li dijî rêveberiya Rojava, ji aliyê tîmeke di nava îstîxbarata Tirk MÎT'ê de tê kirin. Di çarçoveya vê pîlanê de li hin bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê hucreyên veşartî hatin avakirin. Endamên MÎT'ê yên di nava van hucreyan de amadekarî kirin ku êrîşê li kesên ji aliyê Enqereyê ve diyarkirî, bikin. Tê gotin, ev plan bi giranî hatiye pûçkirin.
Reşkujî li dijî Salih Muslim
Di çarçoveya heman armancê de li Ewrûpayê li dijî Hevserokê PYD'ê Salih Muslim plana êrîşê hat kirin û ji ber ku îstîxbarata du dewletên Ewrûpayê pê hesiya, Tirkiyeyê êrîşkarên xwe vekişandin. Tê gotin, kesên ji bo êrîşî Salih Muslim bikin hatine wezîfedarkirin, ji aliyê MÎT'ê ve hatine birêvebirin û ne welatiyên Tirkiye û Sûriyeyê ne. Li gorî agahiyan, biryara 'girtina Salih Muslim' jî piştî eşkerebûna vê pîlanê hatiye girtin.
Dîcle wekî din dide zanîn ku rayedarên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî bi vê plana rêveberiya Tirk hesiyaye û Enqere hişyar kiriye.
Çavkaniyên Amed Dîcle xwe disipêre wan dibêjin, ev plana êrîşê ya rêveberiya Tirk hê di dewrê de ye û bi temamî nehatiye pûçkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN