"Li Efrînê ENKS’yî bi giranî di meclîsên dagirkeran de cih digirin. Jixwe, ew ji çeteyan re dibêjin, bê kî çi karî dike. Kesên ku mamoste jî bûn direvandin. Yên ku giliyê mamosteyekî kir jî ENKS’yî bû."
MUHAMMED HISÊN / HÎVDA HEBÛN / ANF/ŞEHBA
Ji 18’ê Adarê dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û vir ve, dawî li êşkence, talan, destdirêjî û revandina mirovan nayê. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin bi hezaran mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin. Efrîniyên ku her tişt dan ber çavên xwe û nexwestin Efrînê biterikînin, nema dikarin xwe li êşkenceya dewleta Tirk û çeteyên wê ragirin û ji neçarî cih û warê xwe diterikînin.
Nexwestin ji Efrînê derkevin
Mistefa Mihemmed û malbata wî jî yek ji wan Efrîniyan e ku nexwest di dema dagirkeriyê de ji Efrînê derkevin. Mistefa Mihemmed û hevsera wî Zelîxa Mihemmed ku nema karîbûn xwe li êşkenceya dewleta Tirk û çeteyên wê ragirin, ji Efrînê derketin. Jin û mêr qala wan bûyeran kir ku di nava şeş mehan de bi serê wan ve hatin.
Bi gotina ‘Allahû ekber’ ketin nava gund
Zelîxa Mihemmed diyar kir ku xizmên wan nexwestin ji Efrînê derkevin, lewma wan jî biryar da ku li Efrînê bimînin û got, “Me got, em ê ji gund derkevin, lê belê xalê min û kalkê min gotin ku ew ê dernekevin. Me jî got, ‘Heger hûn dernakevin, em ê jî dernekevin’ û em man. Ji nişka ve deng hatin. Me destpêkê fêhm nekir, lê em gelekî tirsiyan. Ji xafil ve li gotina bi qîrîn a ‘Allahû ekber‘ ketin nava gund. Mîna gêrîkan ketin nava gund.
Dengê fîşekan hat. Em hemû gelekî tirsiyan, zarokên me ji tirsa giriyan. Du rojan li Xilnêrê man. Piştre Tirk hatin. Dema ku balafiran bombe barand, zarokekî jiyana xwe ji dest da. Dûre li gundê Xilnêrê dest bi girtinê kirin. Bavê kurê ku jiyana xwe ji dest dayî, dema çû ji bo kurê xwe rizgar bike, birîndar bûbû. Ew û kurê wî 2 mehan girtin. Du kesên din ên bi navê Mazlûm û Îsmet birin. Hîn jî nayê zanîn bê li ku ne. Em heman rojê ji gund derketin û hatin Efrînê.”
Wê ez jî birevandama
Her wiha Zelîxa got, çeteyan hevserê wê revandiye û ji wan fîdye xwestine. Zelîxa wiha behsa zilma dagirkeran kir: “Ez pê nehesiyabûm ku hevserê min revandine. Xizman ji min re got. Ji bo berdana wî 20 milyon ji me dixwestin. Wan dê ez jî birevandama, lewma min xwe vedişart. Jinek revandin. Heger ez jî li Efrînê bisekinîbûma, wan dê ez jî birevandama.”
Gotin ‘Ev YPG’î ne, teslîm bûne’
Mistefa Mihemmed ê ku 64 rojan di destê çeteyan de dîl ma û bi rojan êşkence lê hate kirin, wiha qala wê wextê kir: “Dema ku ez diçûm kar, çeteyan li ser rê ez girtim û birim Maratayê. Li wê derê êşkence li me kirin. Kincên eskerî li me kirin. Wêneyên me kişandin û belav kirin. Gotin ‘Ev YPG’yî ne, teslîm bûne’. Em du kes bûn, piştre hejmara me bû 11. Paşê em birin Cindirêsê. Li wê derê jî ji saet 6’an heta 12’ê şevê êşkence li me kirin. Li wir jî gotin, ‘ev çete ne, me ew ji eniyê anîn’. Dema em birin, çavên me girtî bûn.
Qederê hezar mirovî
Ji wir jî em birin Girkê. Piştre em birin Ezaz û Sûcarê. Gelekî êşkence dikirin. Li wir jî jin hebûn. Nêzî hezar mirovî li wir digirtin. Nan nedidan. Gelekî êşkence dikirin. Bi taybetî êvarê dest bi êşkenceyê dikirin û heta serê sibehê dewam dikirin. Bi xortûman, bi ço, bi her awayî êşkenceyên giran dikirin. Sixêfên giran li me dikirin.”
Bêyî stendina pereyan bernedidan
Mistefa Mihemmed diyar kir ku kesekî ji gundê Hesenê bi êşkenceyê hate kuştin û got, “Yekî birîndar ê bi navê Mihemmed hebû. Li Raco birîndar bûbû. Ew derman nekirin. Du mehan ji ber ku birîna wî nepêçan, du roj piştî ku ez derketim, şehîd bû. Bi giranî Tirk û çeteyên wan bi hev re tevlî lêpirsînê dibûn.
Çeteyan bi giranî tercûmanî dikir. 90 ji sedî yê girtiyan Kurd bûn. Du kes li cem me bûn. Emrê yekî ji wan 60-70 salî bû. Destpêkê wesayîta wî jê stendin, piştre jî ew xistin hepsê. Jixwe, mirovên ku direvandin, bêyî stendina pereyan bernedidan. Her tişt ji bo pereyan dikirin. Ji bo her kesê ku revandin fîdye digirtin.”
Ji bo pera direvînin
Mihemmed anî ziman ku li Efrînê hejmara çeteyên ji Xûtayê hatine anîn, gelek e û nahêlin gelê Efrînê bi rehetî li mala xwe be. Mihemmed da xuyakirin ku timî mirov tên revandin û got, “Jin û keçan dibin. Her roj 3-4 kesan dibin. Zanibin li cem hinan pere hene, bi gotina ‘YPG’î ye, yan jî ji Asayîşê ye’ wan direvînin. Wesayitên wan dibin.”
ENKS rûyê xiyanetê ye li Efrînê
Mihemmed destnîşan kir ku ENKS’yî bi çeteyan re dixebitin û di dawiya axaftina xwe de got, “Li Efrînê ENKS’yî gelek in. Bi giranî di meclîsên wan de cih digirin. Jixwe, ew ji çeteyan re dibêjin, bê kî çi karî dike. Kesên ku mamoste jî bûn direvandin. Yên ku giliyê mamosteyekî kir jî ENKS’yî bû.”
Zeytûn li Sultan Mûrad hat xezebê
Çeteyekî koma Sultan Mûrad a dewleta Tirk li navçeya Raco ya Efrînê bi çalakiya Xezeba Zeytûnê hate kuştin.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser mijarê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, roja 17’ê Tebaxa 2018’an li dijî çeteyê bi navê Adil Xalid El-Xalidî yê koma Sultan Mûrad çalakiyek pêk hat. Di daxuyaniyê de hate gotin, çeteyê dewleta Tirk li gundê Hec Cemala yê herêma Racoyê hatiye kuştin.
EFRÎN
27 jin tevlî nava refên YPJ’ê bûn
27 şervanên nû li Akademiya Ş. Rojda Minbic a YPJ’ê, dewreya xwe ya perwerdeyê qedand û tevlî nava refên YPJ’ê bûn.
Li akademiya Ş.Rojda Minbic a Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), berî du mehan, bi beşdariya 27 şervanan dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîd Darîn Minbic, dest pê kiribû.
Piştî qedandina dewreyê, merasîma eskerî hat lidarxistin. Li wir, yek ji fermandarên YPJ’ê Zinarîn Qamişlo axivî û bidawîbûna perwerdeyê li şervanan pîroz kir. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.
n GIRÊ SPÎ