MIZGÎN HEMO / ANHA/ŞEHBA

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif diyar kir ku ew hewl didin bi Şamê re bêyî ku Sûrî were parçekirin, bigihîjin lihevkirineke stratejîk. Hediya Yûsif hişyar kir ku Tirkiye dixwaze herêmên dagir kirine tev li nav sînorê xwe yê siyasî bike.

Di civîna salane ya Meclisa Rêveber a Kantona Şehbayê de endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif got, “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dijminahiya rejîma Baes nake, ji ber ku armanca rêveberiya li herêmê ne parçekirina xaka Sûriyê ye, berevajî wê, armanca rêveberiyê yekitiya xaka Sûriyê ye, ev yek di rizgarkirina gelek deverên Sûriyê de diyar bû.”

Hediya Yûsif bang li rejîma Sûriyê kir da ku “Guhertinên demokratîk pêk bînin û sîstema gelên herêmê binase”.

Endama Koordînasyona Kongreya Star bal bire ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyê û destwerdana wê di karûbarên welatên Erebî de wiha axivî: “Pîlanên Tirkiyê kanalên dîplomasiyê di navbera Rêveberiya Xweser û hin welatên Erebî de vekirin, ew jî serwextî xetera pîlanên Tirkiyê yên li herêmê ne. Siyaseta Tirkiyê ya nû ber bi Lîbya û hin dewletên Erebî bi taybet piştî êrişên wê yên li dijî Lîbyayê têkiliyên rêveberiyê bi dewletên Ereb re zêde kir. Di nav van de Misr jî heye ku heta niha têkilî pê re didomin.”

Hediya di nava axaftina xwe de îşaret bi girîngiya beşdarkirina Rêveberiya Xweser di Komîteya Destûrî de kir û got, “Divê em beşdarî komîteyê werin kirin, li ser mijarê nîqaşên erênî hene. Dîsa divê cihê Rêveberiya Xweser li qadên navdewletî hebin, di nava civînên Cinêvê.”

Pêşî Efrîn piştre Idlib

Endama Koordînasyona Kongreya Star di nava gotinên xwe de îşaret bi mijara Idlibê kir û got, “Bangewazên beşdarkirina QSD‘ê ji bo vî şerî hene. QSD‘ê jî ji bo beşdarbûna şerê li Idlibê şertên wê hene; divê QSD wekî sazûmaniyekê di nava artêşa Sûriyê de were naskirin û qebûlkirin û ji aliyê din rizgarkirina Efrînê. Li gorî min şerê li Idlibê dewam dike ji ber ku rewşa li wir pir aloz e.”

Hediya Yûsif got, “Dibêjin Tirkiye sînorê xwe li pêşiya koçberên ji Idlibê venake,“ û îşaret bi daxuyaniya fermandarê QSD‘ê Mezlûm Ebdî kir, ku gotibû deriyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li koçberên Idlibê vekiriye.