Hûsên Derman derbarê avakirina Meclisa Êzdiyan de wiha got: “Di wê civînê de bi ti awayî behsa Kantonê nehatiye kirin. Ez nizanim çima çapemeniyê wiha mezinkiriye û ti bingeheke wê tune ye.”
Divê tazmînat bê dayîn
Hûsên Derman diyar kir ku heta niha jî sedî 65’ê Şengalê di destê DAIŞ’ê de ye û wiha got: “Sedî 80’ê navenda bajêr di destê DAIŞ’ê de ye. Niha armanca me ewe em wan navçeyan hemûyan rizgar bikin. Armanca me ya duyemîn jî ewe ku tezmînat bidin welatiyên Şengalê, ji bo Şengal bê avakirin û ji bo penaber bikarin vegerin. Hêzekî kurdî bê avakirin, ji bo sînorê navbera Şengal û Ereban bê xurtkirin û ji bo komkujiyeke din ya 3’ê Tebaxê dûbare nebe.”
Berpisê YNK’ê Hûsên Derman di berdewema axaftinên xwe de wiha got: “Piştî van armanc û qonaxan, emê vegerin ji bo dengê welatiyên Şengalê. Xelk bêje em bibin parêzgeh, serbixwe bin an jî girêdayî Herêma Kurdistanê bin, ser çavan. Em ligel dengê xelkê ne û em dixwazin ji bo vê biryarê vegerin gel welatiyên Şengalê.” Hûsên Derman diyar kir ku destûra Iraqê maf dide her pêkhateyeke netewî û ayînî, ji bo bibin xwediyê rêveberiya xwe.
Rêveberiya hizbî tê rexnekirin
Derbarê rêveberiya berê ya Şengalê de jî Hûsên Derman wiha got: “Rêveberiya berê ya Şengalê rêveberiyekî ‘Kartûnî’ bû. Tenê bi nav rêveberî bû û ji aliyê partiyan ve dihat birêvebirin. Ger rêveberiyekî wekî ya niha hebûya, çima welatiyên Şengalê gazincan ji rêveberiya Şengal û pêşmergeyên PDK’ê dikin?” Berpirsê melbedan YNK’ê derbarê Êzdiyan de wiha got: “Nîv milyon Êzîdî hene, ger rêveberiya wan ên weke qeymiqam, rêveberê nahye, şaredarî û perwerdeyê birêve bibin, xwe biparêzin, ji bo me baştire û piştre em nikarin gazincan ji tû kesê bikin.”
Em li gel rêveberiya gel in
Derman got: “Em wekî YNK ne ligel wê yekê ne ku meclisek di bin rêveberiya partiyekê de bê avakirin. Em ligel wê yekêne gel li ser vê yekê biryarê bide. Em ligel her rêveberiyekê de ne ku di berjewendiyên gelê Êzîdiyan de be.” Roja 14’ê Çile civaka Êzîdî ji bo diyarkirina paşeroja xwe civînek lidarxist. Di civîna li çiyayê Şengalê de Meclisa Êzîdiyan hat avakirin û 27 kes wekî rêveberên meclîsê hatin destnîşankirin. Piştî vê yekê PDK’ê bi riya çepemeniya xwe vê daxwaza Êzîdiyan wekî perçekirina Başûrê Kurdistanê nîşan dan.
ROJNEWS