Dê rêveberiya dildarî bi awayekî dorveger bê meşandin. Rêveberên dildar li avahiya BDP’a Êlihê peywîra xwe wergirtin û li vir civîna çapememeniyê hate li darxistin. Di civînê de endamê PM’ê ya BDP’ê Nezîr Gulcan, Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel û gelek kes amade bûn. Li vir li ser navê rêveberiya dildar endamê PM’ê ya BDP’ê Nezîr Gulcan axivî. Gulcan, diyar kir ku li bajarê wan operasyonek pêk hatiye û din av de hevserokê wan û rêveberên wan hemû hatine binçavkirin.

Gulcan, da zanîn ku di operasyonên berê ku li Êlihê pêk hatibûn dîsa rêveberên wan hatibûn binçavkirin û got ku tu kes li ser xebatê ne hiştibûn. Gulcan, destnîşan kir ku ji rêveberên wan berê daxwaza rêveberiya dildar hatiye û wiha got: “Hevalên me li ser daxwaza xwe serî li me dan. Ev hevalê me dê heta ku hevalên me ku niha di binçavan de ne, neyên berdan dê vê rêveberiya dildar bi meşînin. Bila ji bo raya giştî şaş neyê fêm kirin. Ev rêveberî ne fermî ne. Li gorî zanîna min ev rêveberiya dildarî, di dîroka siyaseta Tirkiyê de cara yekemîne li vir pêk tê. Ev rêveberî ne pîşandin e. Ev bi tememî rêveberiyek dildarî ne.” 

ÊLIH