Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Meclisa Sivîl a Dêra Zorê kir da ku karê meclisê bişopîne û pirsgirêkên xizmetguzariyê nas bike.

Civîna ku li avahiya Meclisa Sivîl a Dêra Zorê li dar ket, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdullah El-Muhbaş, hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêra Zorê û hemû komîteyên xizmetguzariyê yên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêra Zorê, rûspiyên êl û eşîrên herêmê beşdar bûn. Di civînê de aliyên xizmetguzarî û astengiyên li herêma Dêra Zorê hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, " Divê planeke destwerdanê ya bilez ji bo van herêmên wekî Hecîn, Şafa, Sûse û Baxoz bê amadekarin da ku êşa sivîlan sivik bikin.”

 

ANHA / DÊRAZOR