Emîne Osê diyar kir ku di nava 4 salên Şerê Sûriyeyê de tu hêz ne karîn vê aloziyê çareser bikin, yanî çareseriyek derneket holê. Bi amadebûna hemû hêzên mixalefetê wê di civîna Qahîrê de amade bibin.
Osê destnîşan kir ku ew ê weke Birêveberiya Xweser tevlî civînê bibin. Her wiha wê ji Birêveberiya Xweser wê sê kes amade bibe. Osê axavitina xwe wiha dewam kir: “Mîna Rêveberiya Xweser di nava sala avakirina xwe de me gavên giring avêtin. Her wext me diyar dikir ku projeya herî baş ji bo Sûriyê û Rojhilata Navîn Xweseriya Demokratîk e.”
Her wiha Osê daxuyakirin ku niqaşên wan yên di civînê de li ser Suriyeke Demokrat û hemû pêkhateyên cûda bikarin bi hevre bijîn. Di Sûriyê de çi çareseriyek pêk were, em weke Rojava beşek ji Sûriyê ne."
Osê diyar kir ku El- Tensîq û Opoziyona Sûriyê piştigiriya vê civînê dikin û weha peyivî: " Her wiha ev daxwazname ji bo hemû hêzên li ser rûyê erda Sûriyê de cih digirin hatiye. Yek ji van hêzan jî Birêveberiya Xweser e. Daxwazname bi rêya El-Tensîq bi awayekî fermî ji bo me hatiye."
Osê di dawiya axavtina xwe de bang li hemû hêzan kir ku bi berpisyariyê nêzî vê civînê bibin, ji bo Sûriyeke demokratîk û azad.
ANHA / AMÛDÊ