Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ji El-Erebiye Net re der barê bûyerên li Sûrî de axivî û got: “Texmîn nakim ku welat vegere beriya 2011’an û roleke mezin û çalak a Kurdan û pêkhateyên din ên Sûrî heye.”

Têkildarî dan û standinên di navbera QSDê û rejîmê de Ebdî got: “Maf li gorî qurbanî û helwestan tên dayîn, berdêlên gelên me dane, ne kêmî gelên din in ku parastina welatê xwe kirine. Ji lewre daxwazên me rewa ne û nûnertiya wê jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk e.

Metoda leşkerî ne pêkan e ku bi xwe re çareseriyê bîne, nîşaneya vê jî salên dawîn in. Ji lewre em hêvî dikin ku di nava çareseriyê de kes awayê eskerî nefikire û ferz neke.

Rêveberiya Xweser êdî projeyeke berbiçav e ku nayê têkbirin û bêyî wê ne pêkan e ku çareserî li Sûriyê pêk bê.

Tevahî hewldanên çareseriya rewşa Sûriyê û dan û standinên di dirêjahiya salên borî de bêyî nûnerên ji Rêveberiya Xweser li dar ketin, ti encam ji wan derneket.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN