Rêwan Osê, ciwan û xwendekarê zanîngehê bû ku bi çand, zanist û welat ve girêdayî bû. Rêwan di filmê rasteqîn “Şaş” de rola sereke dilîst. Di fîlm de Rêwan rola ciwanek tevlî refên YPG’ê dibe û parastina herêma xwe ji êrîşên çeteyan dike, dilîst. Piştî çend mehan ji pêşkêşkirina filmê “Şaş” re ku têkoşer Rêwan Osê têde rola sereke dilîst, di 31’ê kanûna 2013’an de li herêma Til Hemîs di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Têkoşer Rêwan Osê li bajarê Tirbespiyê di sala 1994’an de ji dayîk bûye. Malbata Rêwan bi welatparêziya xwe û xizmeta şoreşa rizgariyê navdar e. Rêwan di malbatê de di atmosfêrekî şoreşgerî de mezin bû û piştî dibistana amadeyî bidawî kir, li Zanîngeha Tişrîn beşê Hiqûqê xwend.

Destpêka hunerê

Rêwan ji zaroktiya xwe ve ji hunerê hez dikir û beşdarî Koma Şehîd Xebat a Şoreşgerî bû. Di pêşxistina çand û folklora kurdî de gelek xebat dane meşandin. Bi Koma Şehîd Xebat re beşdarî gelek çalakiyên hunerî û şoreşgerî bû. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an çalakiyên xwe zêde kirin. Çalakiya hunerî ya herî dawî ya Rêwan rola wî di filmê rasteqîn “Şaş” ya bi derhêneriya birayê wî Alan Roj û senarîst Dilgeş Hesen de bû.

Di fîlm de lîst
Filmê “Şaş” ê ku Rêwan tê de rola sereke dilîze, bi amûr û derfetên herî biçûk hate kişandin. Navaroka film jî wiha ye: “Ciwanekî ku jiyana xwe bê wate derbas dike. Malbata wî jî hewldide ku bişîne Başûrê Kurdistanê. Ciwan di demên dawî de û beriya koçber bibe di çavdêriya xwe ya li bajêr gelek nakokiyan dijî. Ciwan dibîne ku gelek ciwan di temenê wî de cihê xwe di saziyên civakî û parastinê de digirin. Ciwan piştre ku komên çete êrîşî herêmê dikin, biyar digire ku tevlî nava refên YPG’ê bibe û dest ji koçberiyê berdide. Piştre di pevçûnekê de birîndar dibe.” Piştî 4 mehan ji pêşkêşkirina filim, Rêwan di 31’ê Kanûna 2013’an de jiyana xwe ji dest dide.

Fîlmê xwe nedît
Li gel çalakiyên çandî ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hatibûn lidar xistin û Rêwan beşdar bûbû, beşdarî gelek meş û xwepêşandanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bû. Li gel xebata Rêwan a çandî û hunerî, ji destpêka avakirina YPG’ê ve beşdarî perwerdeyên leşkerî bû. Piştî perwerdeya leşkerî bi dawî kir, Rêwan beşdarî gelek çalakiyên leşkerî yên li dijî çeteyan dibe.

Tevlî şer bû
Li herêma Til Hemîs di çalakiyeke hêzên YPG’ê de di meha kanûnê de û di şeva sersalê de jiyana xwe ji dest da. Hêjayî gotinê ye ku beriya Rêwan biçe meydana şer ji kamîreya ANHA’yê re axivî û wiha got: “Em diçin bi tirsê re şer bikin, emê vegerin bi aramî xew bikin.”

TIRBESPIYÊ