YNK’ê du parlamenterên jin ji bo namzetiya serokatiya parlamena herêma Kurdistanê diyar kirin. Piştî ku PDK û YNK´ê li hev kir, PDK’ê got, ew amade ne serokatiya parlamenê radestî YNK’ê bikin. Wezîfeya serokatiya parlamenê li gorî lihevkirina PDK û YNK’ê de para YNK’ê ye. Lê ji ber aloziya berê, endama PDK´ê Vala Ferîd serokatiya parlamenê dike.

Di despêka civîna parlamenê de, rêveberên YNK’ê dan zanîn ku wan parlamenterên jin Rêwas Fayeq û Bêgerd Telebanî ji bo namzetiya serokatiya parlamenê diyar kiriye. Lê hîna jî YNK’ê biryar nedaye bê ka wê kîjan ji van parlamenteran bibe seroka parlamena herêmê.

Endamê rêveberiya YNK’ê Arêz Abdullah got; “Ne tenê serokatiya parlamenê, erka ti namzetê nehatiye zelalkirin û niqaşên li ser vê mijarê dewam dikin. Yan Rêwas Fayeq yan jî Bêgerd Telebanî wê bibe seroka parlamenê.”

Li gorî ragihandina fermî ya YNK’ê, Mekteba Siyasî dê îro bicive. Tê payîn di civînê de namzeta serokatiya parlamenê bê zelalkirin.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ