RÊWÎ

MÎRZEND SÎYAROJ & DIYAR CIWAN

 

Ji bo bîranîna lehengên 2020’an

Min destê xwe dirêjî rihê demê kir şevtariyekê
Li her deverê bûm û dibûm şahidê her tiştî.
Carna dibûm hevrêyê şervanekî, carna jî dibûm bahoz...
Hin caran dibûm ew zinarê ku şervanekî pala xwe didayê,
hin caran jî dibûm dilopa ava ku bi xwêdan û xwîna wî têkel bûbû.

***

Dema ku ketin ser rêyeke zor, rastî wan hatim
Di nava xwezayeke bêrehm de min ew dilpola dîtin.
Biryardariya wan a serketinê ji her awir û nêrîna wan diyar bû.
Bi çiyayekî bilind ve hildikişiyan...
Paşê xwe ber bi newlan ve kaş dikirin.
Rêwîtiya wan her zor û dirêj bû
Hin caran ji bo bêhna xwe bidin, radiwestiyan û li asîmanan temaşe dikirin.
Di her nêrîna wan de wateyên kûr û hêja hebûn.
Lewma, di wê kêliyê de, hemû zor û zehmetî ji bîra wan diçûn.

Û bi hev re, bi coşeke mezin dest bi stranan dikirin.
Dengê Leyla ya delâl bilind dibû û digot:
"Nelezînin!
Dema em gihiştin lûtkeya çiyayê Agiriyê,
em ê stranên herî bedew bi hev re bêjin.
Divê hemû Kurdistan bibihîse stranên jiyana azad.
Em ê wisa bibêjin, rihê hevrêyên me yên pakrewan jî wê bibihîse"
Piştî van gotinan, Leyla rêwîtiya xwe a ber bi asîmanan ve didomand

Bi dilê sivik, barê giran dimeşiyan yek bi yek

Dema min li barê pişta wan temaşe dikir, emanetên rêwiyên her meşên dîrokî yên nîvco mayî, li ber çavan bû.
Erka wan ew bû ku wan emanetan bigihînin cihê wan ên armanckirî...
Wê demê yekane gotina dihate ber devê min ev bû:
Gelo mirov dikare hemû deman bi hev re bijî?
Bi vê pirsê re Qasim Engîn dihate ber çavên min...
Bi dengekî bi xwe bawer, mîna zanyarê hemû çax û deman, diqêriya û digot:
"Hevalno, Dîrok niha ye".

***
Di nava behra zemanan de bûm...
Dîroka hezar salan bi hev re dihat jiyan.
Û çavên min li Şengalê ketin...
Li wir Êzdiyên çanda Kurdewarî diparastin, bi fermanan re rû bi rû man.
Ewrekî reş û tarî ji nişkê ve rabû…
Û bi lez dor li Şengalê digirt.
Tarîbûn ew çendî xedar bû, her tişta digirte nava xwe, tine dikir.
Careke din, parêzvanên qedîm ên dîroka me bi tinebûnê re rû bi rû man

Di wê kêliyê de ku ev fikir hate hişê min, komeke bi govend û tilîlî ber bi Şengalê ve dibeziya.
Her yek ji wan mina tîrêjên roja pîroz bûn.
Ji ber dengê wan ê bi heybet, Geliyê Şilo dilerizî
Û fermandarê wan ê bi heybet, Egîd diqêriya:
"Heta nefesa xwe ya dawî, em ê dîroka xwe biparêzin".

***

Bi bedeneke westiyayî, min bêhna xwe veda.
Pişta xwe da zinarekî ku gelek caran bûye şahidê demên dîrokî,
2 gerîllayên jin li ser kaniyekê dikeniyan û min guh dida wan.
Bayek ku bêhna wan jê dihat di ber min re derbas bû û bi dengekî nizm wiha ji min re got:
"Binêre, ew Zîn e û ya kêlekê jî Aryana ye"
Di bedena wan de rihê şervanên serdemên dîrokî xuya dikir.
Ew kes bûn ku birînên xwe ji hevalên xwe vedişartin.
Her çendî êş û elemên wan zêdebûn jî lê ti carî nedigotin "AXX!"
Rabûn ser piyan, berê wan li eniya cenga mezin bû.
Ji rûyê wan diyar bû ku ew ê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin.
Dengê kenê wan mîna pêlên deryayê belav dibû, li zinarên derdorê diket

Li bêdengiya zeman digeriyam.
Carekê, dengê herikîna bi şid a ava çeman hate ber guhê min.
Û ji nişkê ve min xwe di nava wê avê de dît.
Hin caran, li jor û hin caran jî li binê avê bûm.
Û dengekî ji dûr hat, digot
"Binêre, ev Çemê Munzirê ye"
Min xwe ber bi avê de berda.
Li binê kûrahiyê min çavên xwe vekirin.
Li derdora min, şervanan melevanî dikir.
Ew şervanên beriya, 100, 500 û hezar salî bûn...
Lê di heman demê de ew şervanên îro jî bûn.
Min Yilmaz dît, bi rûyê wî yê ken

Ji kêf û kelecanê, derketim ser avê...
Ji bo nefeseke kûr bigirim û careke din xwe berdim bin avê.
Tenê ji bo Yilmaz himbêz bikim.
Lê dema bi jor ketim, di nava xemgîniyeke kûr de difetisiyam.
Bi tena serê xwe dimam cardin.

Wexta min dixwest serê xwe rakim û biqîrim.
Min li asîman Doga Zîlan dît.
Mîna kevokeke spî baskên xwe vekiribûn û li ba diket.
Û bi carekê ev pirs hat bîra min:
"Ma mirov ber bi azadiyê ve difire gelo?"
Wê kêliyê, Rustem Cûdî yê cengawerê şerê giran ber çavê min ket.
Li Heftenînê, li ser zinarekî bilind wek teyrêbaz baskê xwe vedikirin û difiriya.

***

Ez bûme rêwiyeke bê cih û dem.
Di her gava xwe de rastî rêwiyên zanyar têm.
Ew kesên bar giran...
Berê wan her li rojê ye û sonda wan jî serketin e.
Li her devera ku tê re derbas bûne,
Li ser her dar, zinar û ber, her kanî û rûbarekê, illeh şopeke xwe hiştine.

Her yek ji wan mîna mirovên ne FANÎ bin, ketin hiş û dilê me
Di vê rêwîtiya xwe de ez bûm şahidê vê heqîqetê

 

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.