
Malbata Şaklavan li Kerkûkê li beşa elektrîk-elektronîkê xwend, lê bêyî biqedîne dest bi pêşmergetiya YNK’ê kir. Di navbera salên 2011-2014’an de pêşmergetî kir. Kerkûkî biryarê dide tevlî nava refên YPG’ê bibe. Li Rojavayê Kurdistanê, di destpêkê de tevlî pêngavên li Kantona Cizîrê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê dibe. Piştre jî beşdarî pêngavên Til Hemîs û Cezaa, operasyonên Serêkaniyê dibe. Di dema rizgarkirina Til Ebyadê (Girê Spî) û pêngava rizgarkirina bajarokê Sirînê de digire. Ev deh meh in di nava tabûra Şehîd Jiyanda de bi erka xwe radibe. Kerkûkî tevî vê tabûrê niha cihê xwe di operasyona Reqayê de digire û ji bo azadiya gelên li Reqayê li eniyên herî pêş ên şer cih digire.
Tevî ku li refên herî pêş ên operasyona Reqayê zarokên ji Reqayê cih digirin jî, coş û kelecana Kerkûkî ji ya wan ne kêmtir e. Daxwaza xwegihandina xaka azad a zarokên Reqayê, bi wî re jî di heman astê de heye. Di dawiya axaftina xwe de ji hemû hevrêyên xwe re serketinê dixwaze.
SÎNAN DENÎZ / ANF / REQA