Welatiyên ku di rêwitiyê de navbera westanê didin piştî serê sibehan dîsa dikevin rêyan û xwe digînin zozanên xwe. Rêwîtiya Koçeran ku bi hefteyan didome piştî rêwîtiyek dirêj xwe digînin zozanên bilind. Pîştî koçer digêjin zozanan, konên xwe vedidin û dest bi bêrîvaniye dikin. Li vir pezê xwe diçêrînin, mast, penêr, rûn û qatixênşîr çêdikin. Koçerên ku kon û alavên xwe li ser pişta hesp û keran bar dikin zahmetiyên mezin dijîn. Kocerên ku piştî rêyek dirêj zêde diwestin, piştî rêwîtiyê westana xwe dikin.
DÎHA/ŞIRNEX