Bûyer û pêşketinên par Kurd ji hêlan ve nêzikî hevdu kirin. Sînor û çeperên cihêtiya parçeyî, civakî, dînî, zaravî û derûnî têra xwe nebe jî, wateya xwe wenda kirin, xisareke mezin dîtin. Danûstandin, têkilî, nasandina hevdu, pêwendî û hişmediya netewî û çalakiyên hevpar belkî jî qasî ku di dîrokê de tu car pêk nehatiye, zêde bûn.
Li Kobanê, Şengal û li Kerkûkê şervanên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re mil bi mil li hember hovîtiya çaxa nû DAÎŞ’ê li ber xwe dan û li ber xwe didin. Rojhilatî, Rojavayî û Bakurî li Şengal û Kerkûkê şehîd bûn, herwiha Rojhilatî, Bakurî û Başûrî jî li Kobanê… Ne tenê hest, xwîn jî tevlî hev bû û li seranserê axa welat tovê jiyana nû ya azad û Kurdewarî hat avdan…
Qehremaniya keç û xortên Kurd a ji Kobanê heta Xaneqînê ji tevahiya xelkên cîhanê re bû moral û hêviya rojên azad û wekhev. Xelkên cîhanê giştan bahsa qehremaniya jinên Kurd kir. Jinên Kurd bi şervantî, bi rêxistinîbûn û bi çalakiyên xwe him civak parastin him jî bo jiyaneke wekhev û azad mohra xwe li jiyanê xistin.
Li hinda vê yekê, him li her çar parçeyên welêt û him jî li derveyî welat çav û dilê me Kurdan giştan him li Kobanê, him li Şengalê, him li Kerkûkê û him jî li Girtîgeha Ûrmiyê li qadên berxwedanê bi têkoşeran re bû. Trajediya Kobaniyan û Êzîdiyên Şengalî yên ku li welatê xwe bûn penaber jî wijdan, evîn û hêrsa me giştan kir yek…
Li gel van pêşketinan; destketiyên nû yên netewî yên dîrokî bi xwe re pirsgirêkên nû jî anî û raxist ber çavên me. Nexweşiya desthilatdarbûnê car caran nehişt ku xelk coş û moralê serkeftina netewî bi têra xwe tam bike. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê feraseta “serkeftin a min e, lê binketin a yên din e“, bi navê dewletên serdest hevdu êşandin, xwe kirina hevparê polîtîkayên dewletên ku mafê jiyanê jî ji Kurdan re zêde dibînin û zirardayîna têkoşîna Kurdên beşên din, pêşiya hinek pêşveçûn û destketiyên netewî girt. Jiber ku nexweşiyên parçeperestî, malbatperestî û komperestî bi feraseta desthilatdarbûnê ve wek polîtîkayeke serdest hat meşandin, firsendên dîrokî bêbandor man…
Wexta karên netewî bûn rojev, bi taybetî rêxistinên desthilatdar ên Başûrî feraseta desthilatdarbûnê bi tundî tevlî helwestên xwe kirin. Şûna berjewendiyên gel, berjewendiyên kom û rêxistinan hên zêdetir derket pêş. Vê helwestê him zirar da pêşketinên li Rojava, him encamgirtina parastina netewî, bi taybetî jî ya li Şengalê lawaz kir û him jî nehişt ku Kongreya Neteweyî pêk were. Pratîka di sala 2014’an de pêk hat diyar kir; ku xelk her çiqas bi çav û dilekî netewî li meseleyê binêre jî, partiyên siyasî, bi taybetî jî yên ku sûda desthilatdariyê tam kirine, ji vî helwestî re hinekî dûr in.
Pêşketinên sala çûyî yên li Sûriye û Iraqê pêwîstiya paradîgmaya ‘Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk‘ pirr zelal raxist ber çavan. Bona ku pirsgirêkên Kurdan û yên tevahiya xelkên Rojhilata Navîn bi awayekî wekhev, adil û demokratîk were çareserkirin, divê tevahiya xelkên xwedî nasnameyên cûda yên etnîkî û dînî xwe bi awayekî xweser, bi vîna xwe bi rê ve bibin û li jor jî bi awayekî konfederal dikanin piştgiriyê bidin hev du…
Bo destketiyên mayînde, li her çar beşên welat xwedîbûna statûyên siyasî û pêkhatina vîneke Kurdistanî ya siyasî rewş guncaw e. Helbet hesas e jî; pêşketin jî paşketin jî wê dîrokî bin. 2015 Kurdan ji yekîtî, rêxistinîbûn, berxwedan û têkoşînê re neçar dihêle…