Ji bo careke din bidestxistina Efrînê fersendek çêbibe. Heke ev pêşketin biqewimin, QSD dê tenê bi Efrîn û derdora wê re sînordar nemîne. Ewê bajarên li herêma Şehbayê jî ji komên selefi yên girêdayî Tirkiyeyê rizgar û kontrol bike.

NAZIM DAŞTAN

MA/QAMIŞLO

Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê helbet veguriye şerekî cîhanî. Di serî de hêzên Emerîka, Frensa, Rûsya û Îranê li cihê cih hêzên gelek dewletên cuda di şerê meydanî de xwedî rolên diyarker in. Piştî rizgarkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve çav li rê bû ku şer êdî raswete û rewşa Sûriyeyê ber bi başiyê ve here. Lê belê hesabên dewletên xwedan rol li hev nehatin û şer her didome.

Ev demek e aktorên mîna Dewletên Yêkbûyî yên Emerîkayê, Rûsya, Îsraîl, Îngîltere, Fransa, Tirkiye û Îran li ser axa Sûriyeyê di dewrê de ne. DYE û Rûsya li hev kirin û di çarçoveya li hev kirine de hêzên rejîma Sûriyeyê û komên girêdayî wê yên çekdar ber bi sînorên Urdun û Îsraîlê ve dest bi paqijiyê kirin.

Niha li Dera û Kuneytra operasyon birêve diçin. Bi salan e li van herêman Heyet Tahrîr El Şam (El Nusra) xwedan bandor bû ku Tirkiyeyê piştgirî didayê.

 Bandora Îran û Tirkiyeyê şikest

Îranê li herêmê hemû hêzên xwe vekişandin. Bi vê vekişandinê re bi desteka Rûsyayê hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Dera û derdora wê dest bi operasyonê kir û ev hêrêm ket bin kontrola wan. Îsraîl jî tev li peymanê bû û li herêmê hem bandora Îranê û hem jî bandora Tirkiyeyê şikest.

Bi vekişandina Îranê re ji aliyekî ve ewleyiya sînorên Îsraîlê tê misogerkirin. Li aliyê din jî çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve dihatin xwedîkirin, bi awayekî şikestî ber bi Idlibê ve vedikişin.

Tirkiye li Sûriyeyê bêhêz dibe

Di çarçoveya pêşketinên li Sûriyeyê de li tevahiya Sûriyeyê komên girêdayî Tirkiyeyê yek bi yek bê bandor dimînin û ev yek bandora polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bêhêz dike.

Dora Idlibê ye

Di çarçoveya peymana başûrê welêt de piştî Derayê çav li ser Kuneytrayê ne. Piştî ev enî temam bibe, di hedefê de herêma ji Cerablûsê heta Idlibê ya di bin kontrola Tirkiyeyê de heye. Hat zanîn ku ji niha ve Tirkiye ji bo vê herêmê amadekariya leşkerî dike. Li başûrê Idlibê li hin deveran di navbera komên di bin banê Tirkiyeyê û hêzên rejîmê de şer diqewime.

Rewşa Efrînê jî ne diyar e 

Bi îhtîmala xerabûna peymana Astana ya di navbera Rûsya, Îran û Sûriyeyê de muhtemel e şerek li vê herêmê biqewime.  Ev rewş dê bandorê li ser Efrînê jî bike. Heke li vê herêmê şer dijwar bibe, tê gotin ku Rûsya dê destûra bikaranîna qada hewayî ya destûra wê daye Tirkiyeyê, betal bike.

 Wê ev gavên li vê herêmê bên avêtin ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di warê pêşketinên baş de bin. Ji bo careke din bidestxistina Efrînê fersendek çêbibe. Heke ev pêşketin biqewimin, QSD dê tenê bi Efrîn û derdora wê re sînordar nemîne. Ew ê bajarên li herêma Şehbayê jî ji komên selefi yên girêdayî Tirkiyeyê rizgar û kontrol bike.