Li Rojhilata Navîn sîstemeke siyasî ya rûnîştî hê jî pêk nehatiye û hêzên ku li vê cografyayê dixwazin pergaleke gorî berjewendiyên xwe saz bikin jî di derbarê vê mijarê de nikanin bigîhijin serkeftinekê. Wer xuya ye ku xelkên herêmî êdî  ji îro şûnde bi hêsanî mekanîzmayên ku ji jor ve bi darê zorê werin rûniştandin qebûl nakin. Serhildanên ‘Bihara Erebî’ her çiqas daxwaziya demokrasî û aramiyê ya xelkan raxistibe ber çavan jî ev hêvî ji hêla desthilatdaran ve hat fetisandin û bi deste wan wergerî lîstikeke xwînî ya bi xwîna xelkan ve tê lîstin. Bi taybetî li Suriyeyê hê jî ev lîstik bi hemû germahiya xwe li dar e.

Lê li hêlekê jî ev raperînên xelkên Rojihalat Navîn ji serhildan û têkoşîna Kurdan a bi dehan salan e didome re bû wek moral û motivasyon. Di pêşketine Şoreşa Rojava de bandora van raperînan nayê înkarkirin. Helbet şert û zirûfên dîrokî eger bi helwestên dîrokî ve neyên pêşwazîkirin, têra tu encamên dîrokî nakin. Kurd niha di derbarê vê meseleyê de di nava rewşeke wekî ku li ser pira siratê re derbas dibin de ne. Him li Rojava him jî li Bakur rewş kêm zêde werg e.
Li Bakur Kurd ji bo ku firsendên dîrokî ji dest nerevînin, bi helwest û gavên hên frehtir û hêztir rêxistinî re rû bir û ne. Encamên hilbijartinên herêmî yên di 30’ê Adarê de pêk hatin, ev rewş bi aşkereyî raxist ber çavan ku di mijara rêxistinîbûneke civakî û sazkirina sîstemeke xweser a kurdewarî de sistbûnek û xemsariyek heye. Êdî pirr zelal bûye ku bona siberoja xwe Kurdan çi kir, ew ê bibe yê wan. Ji nûve rêxistinîbûna qada siyasî ya legal motîvasyonekê derêxe holê jî, eger hewldanên siyasî bi rêxistinên civakî û çandî ve neyên xemilandin, encam wê her lewaz bimîne.
Nerazîbûna xelkê ya li hemberî polîtîkayên hikûmeta Tirk têkoşîna demokrasiyê bi xwe re bilindtir dike. Her çiqas hikûmeta AKP’ê bi bilindkirina tansiyonê re siyasetê bixitimîne jî, vê rewşê nikane demdirêjî bidomîne. Ev yek, potansiyela têkoşîneke hevpar a tevahiya xelkên li Tirkiyeyê dijîn jî bi xwe re derdixe holê. Yanî li Tirkiye û li bakurê Kurdistanê pêşketinên dîrokî wê bi; li hêlekê li hemberî polîtîkayên êrîşkar ên hikûmeta Tirk pêşxistina berxwedaneke bi rêxistinî, li hêlekê bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ve bilindkirina têkoşîna demokrasiyê û li hêlekê jî bi firehkirina rêxistinên civakî û sazkirina xweseriya demokratîk re pêk werin. Wer xuya ye ku bona vê yekê jî teqez xwelivandineke bi hêz û berbiçav lazim e.
Li hinda pêşketinên li Bakur, şoreşa li Rojava erk û peywirên her hêza Kurdistanî pirr bi aşkere radixe ber çavan. Rojava di heman demê de warê ku şitlên azadî û yekîtiya neteweyî ya Kurdan lê were çandin e jî. Eger her hêzên Kurdistanî bi helwesteke neteweyî nêzikî meseleyê bibin, bona xelkî me destketiyên dîrokî ne dûr û ne jî xeyal in. Lê wexta mirov bi taybetî li polîtîkayên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) mêze dike, di derbarê vê mijarê de psîkolojiyekî hêvîşkestî xwe dide der.
PDK bi polîtîkayên xwe yên hevpar ên bi hikûmeta Tirk ên wek kolandina çeperan, tevlîhevkirina Rojava û êrîşbirina li ser saziyên Kurd ên li Hewlêrê re him hêvî him jî dilê tevahiya Kurdan dişkîne. Belkî rêveberên vê rêxistinê bona hinek berjewendiyên şexsî yên demkî bi hikûmeta Tirk a ku dijminatiyê li Kurdan dike re van polîtîkayên bêxêr bi pêşdixin, lê wexta mirov bi demdirêjî lê mêzeke; xirabiyê li xwe jî dikin. Li hember dîrokê û hêviya azadbûna Kurdan giştan ne PDK ne jî serkêşên wê nikanin vî barî giran rakin.
Îro tevahiya serdestên ku dijminatiyê li Kurdan dikin, li hemberî pêşketinên dîrokî yên li Rojhilata Navîn di nava hewldanên xweparastina statûkoyê de ne. Tevahiya van hêzan bi polîtîka û pratîkên xwe nikanin xelkan îkna bikin, berovajî vê yekê bi tirsandina xelkan dixwazin serdestiya xwe biparêzin. Li gel vê yekê Kurd bi desketiyên dîrokî re rû bi rû ne. Kî û kîjan hêzên Kurd gorî vê rastiyê  û bona yekîtî û destketiyên netewî kevirekî deyne ser kevirekî wê him bona xwe him jî bona tevahiya xelkî me karekî pirr pîroz bike. Lê helwestên berovajî; mirov naxwaze qet qalê jî bike!..