Di demekê de ku hêviyên bi serkeftina plana Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan kêm û tune dibin de Esad axaftinek kir û gefên dijwar li muxalefeta çekdar kir.
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku ew bi şerek ku ji derve ve tê ferzkirin re rû bi rû ne û destnîşan kir ku welatê wî di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe. Esad îdîa kir ku destê wan di komkujiya Hewlayê de tune ye.
Serokdewletê Sûriyeyê piştî hilbijartinên di meha gulanê de pêk hatin, cara yekemîn li meclîsê axivî. Esad endamên nû yên Meclîsê silav kir û daxwaza serketinê pêşkêş kir. Esad got ku hilbijartin bersiva herî baş bû li hemberî “terorîzmê”.
Esad destnîşan kir ku welatê wan di rojên krîtîk re derbas dibe û diyar kir ku hêzên derve dixwazin bi şerê ji derve ve li ser Sûriyeyê tê ferzkirin, Sûriyeyê parçe bikin.
Esad got ku wana tevî hilbijartinê gelek reform kirine, lê li hemberî vê yekê êrîşên “terorê” zêdetir bûne û got; “Em reforman dikin, lê belê teror ferq naxe navbera tu kesî, her kesî dikuje.”
Esad bal kişand ser Komkujiya Hewla ya ku 108 kes têde jiyana xwe ji dest da û diyar kir ku haya wan ji komkujiyê tune ye. Esad diyar kir ku ew têkoşîna li hemberî “terorîzmê” bidomînin. Esad diyar kir ku deriyê wan ji bo diyalogên siyasî vekirî ye û got ku ew bi Konseya Neteweyî ya Sûriye ya piştgirî ji hêzên derve digire re nakin.
Esad qebûl kir ku bûyerên ji adara 2011’an ve gelek mirovan canê xwe ji dest dan û got ku berpirsên vê yekê jî hêzên derve ne. Esad got; “Terorîst bi reform û diyalogan re eleqeeder nabin. Esad diyar kir ku ew ê têkoşîna li hemberî “terorê” bidomînin û diyar kir ku dê gelê Sûriyeyê rojên xweş bijî.
Ji aliyê meydanî ve jî li gorî çavkaniyên rêxistina şopandina mafê mirovan ya Sûriyeyê 31 kes ji alî hêzên artêşa Sûriyeyê ve hatine kuştin, piraniya wan ji derdora Şamê. Di vê berdewamiya tundî û kuştinê de serokê şandeya çavdêran General Robert Mood jî serdana bajarê Dêra Zorê kir. Li bajarê Idlibê 3 kes hatin kuştin li Derayê jî zarokek di encama teqîna bombeyekê de jiyana xwe ji dest da. Li Humsê jî 3 kesên sivîl hatin kuştin. Ji aliyekî din axaftina serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad jî rastî nerazîbûna berfireh a gelê Sûriyeyê hat û ji bo nerazîbûna li dijî wê axaftinê gelê Sûriyeyê bi xwepêşandanan bersiva gefên Esad ên berdewamiya tundî û kuştinê da. 

Helwesa Rûsyayê 
Niha di serî de Amerîkayê gelek welatên Rojavayî dixwazin ku Rûsyayê helwesta xwe ya ji rejîma Beşar Esad bide guhertin. Bi taybetî piştî komkujiya Hewlayê ku rastî gelek bertek û nerazîbûnên cuda hat ev hewldanên qayîlkirina Rûsyayê zêde bûn. Lê Rûsyayê jî di wê mijarê de wekî hikûmeta Sûriyeyê tewanbariya wê komkujiyê avête ser komên çekdar ên ku ji alî hin welatan ve tên biçekirin û destekirin. Her wiha ji bo ronîkirina vê komkujiyê berê jî doza lêpirsîn û lêkolîneke serbixwe kiribû.

ŞAM