Di çarçoveya xebatên Komîteya Şopandina Dibistanan ên ji bo sererastkirina dibistanan û pêkanîna hemû pêdiviyên wan, endamên komîteyê serdana 8 dibistanên seretayî yên bajarê Serêkaniyê kirin. Komîteyê li şagirtan madeyên paqijkirinê, çenteyên dibistanan belav kir û belavok bi zimanê Erebî û Kurdî yên derbarê girîngiya paqijiyê de da wan. Komîte her wiha rewşa dibistanan di aliyê xizmetguzariyê de, pêdiviyên şagirtin û tenduristiya wan dişopîne.
Li gorî pediviyan alîkariyê bidin
Li gorî Endamê Komîteyê Ferhad Derwêş, komîte li gorî pêdiviyan alîkariya dibistanan dike û dê pêdiviyên hemû dibistanan pêk bînin.
Rêveberiya Dibistana Şehîd Mehmûd Şêx Mehmûd Simiya Mihemed Yaqûb jî spasiya komîteyê kir û ji ber pêşkêşkirina xizmetan malavahiya wan kir.
Hate diyarkirin ku Desteya Perwerde û Hîndekarî ya Kantona Cizîrê, Meclîsa Tenduristiyê, Şaredariya Gel û hin saziyên dîtir ên bajarê Serêkaniyê bi hev re ji bo şopandina rewşa dibistanan û pêdiviyên şagirtan pêk bînin ev komîte ava kiribûn.
Li Serêkaniyê 147 dibistanên seretayî, navîn û amadeyî hene.
SERÊKANIYÊ