
Li Başûrê Kurdistanê hunermed û welatiyên bajarê Silêmaniyê, nerazîbûnên xwe der barê rewşa niha ya rewşenbîrî de didin nîşandan û desthilatdariya Herêma Kurdistanê rexne kirin. Têkildarî mijarê Berpirsê Navenda Rewşenbîrî ya Hewramanê, Eyub Rustem û hunermend Avan Cemal axivîn.
Bipêşketineke karê hunerî çênebûye
Der barê rewşa huner û giringîpêdayîna aliyên peywendîdar ji bo karê hunerê, Berpirsê Navenda Rewşenbîrî ya Hewramanê Eyub Rustem wiha axivî; “Wek kesekî ku ez karê hunerî û rewşenbîrî ve mijûl im, dikarim bibêjim ku piştî ku 25 sal di ser desthilatdariya Kurdî re derbas bûn, belê heta niha nekarîne bipêşketineke ser karê hunerî bikin.”
Li ser heman pirsê hunermenda bajarê Silêmaniyê Avan Cemal jî wiha axivî “Krîza aborî bandoreke neyînî ya rasterast li ser hemû aliyên jiyanê yên Herêma Kurdistanê kir. Her di vê çarçoveyê de aliyê hunerî û karê hunerî dewama xwe nîne û bandoreke xirab pêk tîne. Ji ber ku niha piraniya kar û barên hunerî bi pere encam didin ku pere jî nebe, wek pêwist dike, karê hunerî nikare encam bide. Ji ber krîza aborî li herêma Kurdistanê huner di asteke xirab de ye.”
Bajarê Silêmaniyê hatiye piştgûh kirin
Her wiha hunermend Avan Cemal got, wan wek hunermendan gelek caran rexne û nerazîbûna xwe ji aliyên berpirsyar re îfade kiriye û wiha pê de çû: “Ji ber ku gelek karên hunerî li bajarê Hewlêrê baş birêve diçin û bûtceyeke baş ji bo wan hatiye veqetandin. Belê mixabin bersivekê erênî me wernegirtiye û hunermendên bajarê Silêmaniyê hatine piştgûh kirin.”
CÎHAD HAWREMÎ / HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS / HELEBCE