Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, Rojnameger û Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê Mihemed Sedîq Kebûdwend ku li girtîgeha Êvîn a Tehranê ketibû greva birçîbûnê ji ber ku rewşa wî nebaş bû, bi awayekî lezgîn rakirin nexweşxaneya Taliqanî a Tehranê.

Li gorî heman agahiyê, Kebûdwend ji bo şermezarkirina kiryarên li girtîgehê li hemberî xwe, ji roja 8’ê Gulanê ve ketiye greva birçîbûnê.

Mihemed Sedîq Kebûdwend ji ber nexweşiyên wek dil û protestatê ku li girtîgehê bi wan ketiye, beriya niha bi caran veguheztibûn beşa tenduristiya girtîgehê. Lê hê jî greva xwe ya birçîbûnê dewam dike û ev rewş tenduristiya wî hîn bêhtir dixe tehlûkeyê.


Gelek caran hatiye girtin

Kebûdwend bi caran ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin û berdan. Di 1’ê Tîrmeha sala 2007’an de ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hat binçavkirin û wê demê nêzî 6 mehan di hucreya girtîgeha Êvînê de ma.

Piştî salekê ku di binçavan de ma hat dadgehkirin û bi behaneya ‘damezrînerê rêxistinê, li dijî rejîmê pirtûk nivîsandiye’ û ‘antî propaganda’ kiriye, cezayê 11 salan lê hat birrîn.

Kebûdwend di 20’ê Çileya 2009’an xelata Hemlin a ji bo nivîskarên di bin êşkenceyê de, ji çavdêriya mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî wergirt. Di merasima li welatê Birîtanya de Kebûdwend wek rojnamegerê navneteweyî yê salê hat hilbijartin. Her wiha hat gotin ku Mihemed Sedîq Kebûdwend bi roleke girîng rabûye di pêşxistina civaka sivîl de li Rojhilatê Kurdistanê û di nava ciwanên Kurd de. 


 NAVENDA NÛÇEYAN