Burjuwaziya navendî ya Tirkiyeyê, di desthilatdariyê de xwedî tecrubeyek kin e. Dîsa jî dixwaze dewletê bi giştî zemt bike. Ji bo vê jî, dagirkirina Kurdistanê û têkbirina Haraketa Azadiya Kurd  kiriye armanca xwe.

AKPe, di  hewldanên xwe de, ber bi monarşiyekê ve diçe.  Min, berî niha koalisyona AKPê, wek bexçika pînekirî bi nav kiribû.  Pîneya herî mezin ya vê bexçikê jî;  dibin navê “îslama demokrat-nerm” de  xanedaniyek cemaetê, ku  bask û perrên xwe ji Emerîka dirêjî çar aliyên cîhanê kirine ye. Ev xanedanî, têkilî karûxebatên maceraperestî nabe, lê mekanîzmeya rêvebiriyê; polîs, burokrasî, artêş, dewşirmeyên Kurd dike destên xwe.
Dewleta AKPê, ji bo meşrûiyeta kiryarên ant-î demokratîk, (asimilasyon, qirkirinên cûreyî û dewşirmetiyê)  demokrasî û huquq dike zirxê parastinê. Vî zirxê polayî jî sendoqên hilbijartinê dipêçe.  
Monarşiya duyemîn ya Komara Tirk, yanî AKPe,  herî zêde ji burjuwaziya navendî û biçûk deng standin.  Li dora vê monarşiyê jî,  xanedanên mezin yên berjewendiyan hene û her ku  diçe bêhtir dewlemend dibin. Ev emperatoriyek e û nav lê ne hatiye kirin.  Lê rengê wê yê monarşîk eşkere bûye.
Ev monarşiya bi xanedanan hatiye bi hêz kirin, “Şovenîzma tirkîtiya kesk” jî dijwar dike. Tê zanîn, monarşiya yekemîn, emperetoriya “şovenîzma laîktiya tirk” ava kir û sinorên xwe jî di çarçoveya hêza xewn û xeyalan de parast. Her çiqasî navê “misak-î millî” li  xewn û xeyalan kiribe jî, ji Bakurê Kurdistanê  gavekê wêde neçû.
Lê monarşiya duyemîn û emperetoriya renge kesk, AKPe,  bi cûreyên cûda sinoran fereh  dike. Serokkomarê Tirk Abdullah Gul, di “Mihricana Turkî” de got, “ala me li çar aliyên cîhanê dibalive”. Ev hêza xanedaniya ku serî li Emerîka ye, ling û çeng û qun li çar aliyê din yê cîhanê ye. Herêma Federal a Kurdistanê jî bûye marketek û bûye  dibistaneke tirkiyê. Aliyekî xwe aborî ye, aliyê din jî  kulturî û hişmendî ye. Her du alî jî emperyalîzma modern û nermik e.
Monarşiya yekemîn, ji bo zarokan, cejna 23ê Nîsanê ku parçeyek ji  şovenîzma tirkîtiyê ye kire pratîkê. Monarşiya duyemîn, ev şovenîzm berfireh kir û di çarçoveya “Mîhrîcana Turkî” de, ji 40-50 dewletên cîhanê, zarokên li ber “dêl û qêla Cemaeta Gulen” perwerde bûne, tirkî fêr kirine û kiriye pratîkê. Ev tê wateya ku, her tiştê xîtabî vijdanê mirovan dike ji holê rakirine, tenê tiştê ku pîroziya tirkîtiyê di vijdanê zarokan de rûdinîne, li holê hiştine.
Monarşiya duyemîn ku bi awayekî lezgîn ber bi emperetoriyeke “sêva sor” diçe, di pêvajoya çareseriya demokratîk de jî, heman bexilî û bextreşiyan dike. Ji bo vê jî siyasetek taybet dimeşîne. Bi hostayî, gelên Tirkiyê, dinava alarma dijminên hundir û derve  û bi alarma terorê ditirsîne,  dîl digire. Ji aliyê din ve, kanunên zincîran û  raporên taybet yên “islah-kirinê” dike pratîkê. Xelekên bi hêz kirina vê siyaseta taybet jî  esker e, qereqolên nû ne, burokrasî ye, dadmendî ye, xayinên  Kurd û xizankirin e.
Monarşiya AKPê, veşartî werê meşandin jî, piştî  axaftina Tayyip Erdogan, ya piştî hilbijartinan di şaneşînê de, rengê xwe aşkere kir. Lê  ne bi tevahî. Divê werê zanîn ku,  hiyerarşiya monarşîk bi zîrekî û hişmendiyek têgihiştî haraket dikin.
Ji bo ku bang li vijdanê mirovan bikin jî,  serî li her riyê didin.  Tîpolojiya siyasetmedarên wan jî, li gorî hendesyariya mîmarên “islama demokrat-nerm” hatiye dîzayn kirin. Ji her çînî, ji her nifşî mirov (dewşirme) bijartine. Mîna Mollayên Îranê xwe reş nakin!...  Mîna mîrekên Suudî, Qatar û Bahreyn jî bi “galabi”yan dernakevin pêşberî  kesî. Geh  şagirtên Îsa ne, geh  polîsên exlaqî ne, geh  Ehreman in. Her cûre demagojiyê dikin. Ji bo wan her rê, her kiryar, her gotin rewa ye.
Ev hêza monarşîk û xanedaniya aşiqê emperetoriyê, bi ezberê gelê Kurd  dilîze û dixwaze her pirsgirêkê li demê bela bike. Geh xemsar e, geh bêdeng e, geh bi devê sêyemîn beyanateke bi gotinên gurover dide û derbas dibe. Ev siyaseta jibîrkirinê ye.
Îro, di rojeva Kurdan de tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan heye. Birêz Abdullah Ocalan,  di nava 14 salên tecrîda giran de, ku dûçarî êşkenceya fizîkî û psîkolojîk jî hat, tiştek ji bo xwe ne xwest. Di dema hevdîtinên çareseriyê de sê şert; ewlekarî, tenduristî û parastin xwestin. Ev xwestek û şert jî, ji bo selameta pêvajoya çareseriyê bûn. Hîna jî ev şert, ji bo selameta pêvajoya çareseriyê, xwedî giringiyek dîrokî ne.
Lê, banga dawî ya Birêz Ocalan, ji bo tenduristiya wî  ciddî ye. Ev ciddiyet di aliyê nexweşiyên ku ji birayê xwe Mehmet Ocalan re rêz kirine ne. Hemberî ku gelê Kurd, sazî û dezgehên siyasî û medya Kurd banga Ocalan bi ciddiyetek berpirsiyarî dubare dikin jî, monarşiya duyemîn, yanî dewleta AKPê hîna dengê xwe nekiriye û yek gotin ne gotiye. Bersiva serlêdana Yekîtiya Tebibên Tirk jî neda ye!...
Yanî siyaseta xemsarî, bêdengî, ciddî negirtin û li demê bela kirin û dane-ji-bîr-kirin di rojevê de ye. Pêwiste Kurd, ji her alî ve dengê xwe bilind bikin. Dengê tevahiya gelê Kurd ku ji her alî ve bilind bibe, dikare bibe selameta çareseriya demokratîk jî.