Li bakurê Kurdistanê, bi tank û topan bombebarandina navçe û bajaran û girtina siyasetmedarên Kurd bênavber dewam dike. Her roj bi dehan siyasetmedar têne binçavkirin û ji wan 5 heta 10’an rêveber an jî endamên Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) têne girtin. Ji xwe piraniya şaredarên Kurd di zindanê de ne. Her wiha Hikûmeta Tirk ji bo rakirina destnedayînê û dû re darizandina parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşnumaya guherandina qanûnî xiste rojeva Parlamentoyê.
Dewleta Tirk li dijî Kurdan şerekî bi giştî bi rê ve dibe û hewl dide ku hemû kanalên bêhnstandinê ji Kurdan re bigire. Êrîşên rejîma dijkurd ne tenê li Bakur, her wiha li Rojava, Başûr û li qadê navneteweyî jî wek konsepteke bi giştî di merityetê de ye...
Lê mirov bi giştî li tabloyê mêzeke; xeynî êşandina Kurdan û wêrankirina Kurdistanê, dewleta Tirk ji tu hêlan ve encamên mayînde bi dest naêxe, her diçe lawaztir dibe. Li beramberî vê yekê, vîna Kurdî him li welat û him jî li derveyî welat her ku dihere xwedî bandoreke mayînde dibe...
Li Tirkiyeyê Parlamento jî mîna saziyên din ên dewletê, gorî kar û berpirsiyariya xwe naxebite; xitimiye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî nikane tu qanûnan derêxe, li hember pirsgirêkan bêbandor e. Tenê rolekî wek pesendkirin xwestekên Serokkomar Erdogan û ji bo saxlemkirina bingeha rejîmeke dîktatorî ya wî ‘qanûnan’ derdixe. Ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî, berovajî vê yekê; ji hêla hikûmetê ve tenê ji bo pêk anîna komkujiyan û hilweşandina bajarên Kurdan, jiholêrakirina azadiya çapemeniyê, mafên mirovan û xitimandina hemû kanalên demokrasiyê, yanî ji bo veşartina rûyê rejîmê yê dîktatoriyê tê bikaranîn.
Eger mirov ji vê hêlê ve binirxîne, dikane bêje ku hebûn an jî nebûna endamên HDP’ê di vî Parlamentoyê de maneya xwe wenda kiriye. Ji xwe partiyên din ên di Parlamentoyê de; CHP û MHP jî piştgiriyê didin pêşnûmaya AKP’ê ya ji bo darizandina Parlamenterên HDP’ê. Lê dîsa jî Parlamento wek qadeke têkoşînê ye û kanalekî ku Kurd û hêzên demokrasîxwaz dengê xwe ji raya giştî ya Tirkiyê û ya cîhanî re bidin bihîstin e û divê heta dawiyê bê bi kar anîn.
Pêwîst e ku Kurd û Tevgera Azadiyê, di vê demê de her platform, amûr, kanal û qadên ku pê dengê têkoşînê bidin bihîstin, divê bikar bînin. Ji bo têkoşîn û daxwazên xwe ji raya giştî ya cîhanî re bidin bihîstin, siyaseteke berfirehî, pirrengî û pir şewazî divê.
Divê herkes êdî Kurdan ne tenê bi şerê çekdarî, her wiha bi têkoşîna demokratîk û li qadê civakî avakirina rejîmeke demokratîk a ku her xelk xwe têde bibîne jî nas bike. Hewldana Kurdan a li Rojava û parçeyên din a ji bo avakirina rejîmeke demokratîk divê ji hêla herkesî ve were zanîn. Derbarê vê mijarê de Serokê Civaka Mafên Mirovan a Navnetewî ya Almanyayê Karl Hafen tîne zimên ku; “Di nava du salên vê dawiyê de têgihiştina raya giştî ya cîhanî ya derbarê Kurdan de diguhere. Kurd heta niha wek ‘êrîşkar’ dihatin naskirin, lê îro wek ‘ên ku rastî êrîşê tên’ tên naskirin. Erdogan (yanî dewleta Tirk, XD) wek ‘êrîşkar’ tê naskirin.”
Ev rewşa nû ji hêla siyaset, dîplomasî û civakî ve, Kurdan mecbûrî perspektîf û helwestên berfireh dike. Wekî siyaset û sosyolojiya li herêmê û ya navneteweyî, sosyolojiya Kurdan û ya Tevgera Azadiyê ya Kurdî jî guheriye. Helbet li hember êrîş û polîtîkayên komkujiyê berxwedan bi her awayî divê were gurkirin, lê li hinda vê yekê xelk êdî tenê bi şerê çekdarî nikane were motîvekirin. Bo bikaranîna hêza civakî, di kar û xebatên netewî, civakî, dîplomatîk û demokratîk de, polîtîka û helwestên pirrengî divê. Gereke civaka Kurdistanê êdî bi bidestxistin û serkeftinên xwe yên civakî jî moralîze bibe. Ev yek ji bo civakeke tendurist jî pir girîng e...