Li hinda bangên sekinandina şer û berdewamkirina pêvajoya çareseriyê, êrîşên dewleta Tirk her berdewam in. Kurdan û kêm be jî raya giştî ya navnetewî bertek nîşanî komkujiya li gundê Zergelê yê li Çiyayê Qendîlê ya ku 8 Kurdên sivîl di encama bombebarana teyareyên şer ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, dan. Wer xuya ye; ku dewleta Tirk li ser van bertekan êrîşên hewayî hinekî kêmtir kir.

Raya giştî ya cîhanî armanca gurkirina şer a ji hêla Erdogan û AKP’ê ve baş fam kir. Her kesî bi aşkereyî dît ku niyeta dewleta Tirk ne êrîşbirina ser DAÎŞ’ê ye, berovajî vê yekê derdê wan lawazkirina destketiyên Kurdan û pêşîgirtina xwedîstatûbûna Kurdan e. Çapemeniya navneteweyî nivîsand ku armanca Serokomarê Tirk R.T.Erdogan bi gurkirina şer, dirêjkirina temenê xwe yê desthilatdariyê ye. 

Tu hesabên Erdogan ê li ser dijminatiya Kurdan û têkbirina têkoşîn û destketiyên Kurdan heta îro hevdu negirtin û nagirin jî. Ji ber ku Erdogan tekane riya desthilatdariya xwe di lawazkirina têkoşîna giştî ya Kurdan û di bin bendava hilbijartinê de hiştina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de dibîne, tu planên wî pêk nayên. 

Ji ber ku Erdogan û AKP wateya mayîn û nemanê lê dikin; ew ê ji bo perçiqandina vîna Kurdan, her plan û lîstikên xwe bênavber berdewam bikin. Ji xwe derdora du hezar xebatkarên HDP’ê hatine girtin û ji Dêrsimê heta Şirnexê dar û daristanên Kurdistanê têne şewitandin. Li gel vê yekê, AKP bi piştgiriya Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û çapemeniya Tirk a nijadperest şerekî giran ê psîkolojîk jî bi rê ve dibe.

Li Bakurê Kurdistanê gav bi gav rewşa awarte tê îlankirin. Heta niha li Dêrsim, Qers, Şirnex, Colemêrg û çend herêmên din, bi navê ‘herêma leşkerî’ zozan ji xelkê re hatin qedexekirin. Li hinek deran jî xelkê mecbûr dikin ku gundên xwe biterîkînin. Parlamenterê HDP’ê Îdrîs Balûken van pêkanînan, wek amadekariya operasyonên komkujiyên nû dinirxîne. Erdogan ê ku her piştgiriyê dide DAÎŞ’ê, helbet dikane vê yekê jî bike.

Lê siyaseta Erdogan û ya AKP’ê siyaseteke pûç e û ji îro şûnde têrê nake ku wan ji avzêla siyasî ya ku heta qirika xwe ketine navê, derêxe. Ji ber vê yekê, êdî li dijî Kurdan polîtîkayên komkujiyê jî kêr nayên. Kurd bi têkoşîn û rêxistinîbûna xwe, di nava kaosa li Rojihalata Navîn de, wek hêzeke pêşeng a demokrasiyê derdikevin pêş û êdî xelk û alem jî bi vê yekê hesiya ye...

Wekî ku tê zanîn, ev şerê dawî  ji hêla PKK’ê ve nehate destpêkirin. Gerîlayên Kurd li hemberî êrîşên Arteşa Tirk, şerê bersivdan û xweparastinê dikin. Nûnerên KCK’ê û HDP’ê her roj tînin zimên ku divê pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin. 

Di daxuyaniyên dawî yên hêzên navdewletî de; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekîtiya Ewropayê (YE), Rûsya, Yekîtiya Ereban û NATO jî bang li Tirkiyê û PKK’ê dikin ku vegerin ser maseya mûzakereyên çareseriyê. Yanî aktorên navdewletî êdî Tevgera Azadiyê ya Kurdî wek aktorekî civakî, xwedîbingeh û di ahengê siyasî yê li Rojihalat Navîn ê nû de hêzeke bibandor dibînin. Ev rewş bi xwe re deriyên nû ji Kurdan û Tevgera Kurdî re ve dike...

Helbet Kurd tenê bi şerkirinê nikanin siberojeke azad û aram ava bikin. Helbet wê xwe ji bo xweparastina cewherî bi rêxistinî bikin. Lê li gel xweparastinê, rêxistinîkirina jiyaneke xweser, azad û demokratîk jî karekî sereke yê li ser milê Kurdan e. Kurd heta ku jiyana xwe bi xwe ava nekin û wê bi nirxên azad, wekhev û demokratîk nexemilînin, li Kurdistanê jiyaneke aram jî pêş nakeve.

Xweparastina li hember êrîş û operasyonên dewleta Tirk, li Bakur amadekariya ji bo hilbijartineke pêşwext, beriya destpêkirina demsala perwerdeyê amadekariya çalakiyên ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî û gurkirina xebatên rêxistinkirina xweseriya demokratîk, kar û xebatên li ber sazî û rêxistinên Kurdan in...