Çalakiya ‘Nobeta Azadiyê’, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê (KE) tê lidarxistin, di hefteya 330’î de ye. Nobetdarên vê hefteyê, ji bajarê Fransayê Marsîlyayê ye.
Nobeta “Azadî ji Ocalan re” ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li bajarê Fransayê Strasbourgê li ber avahiya KE’yê dest pê kir, bê navber dewam dike.
Çalakgerên vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Îlhamî Karakaya, M. Şîrîn Çîftçî, Mahsûn Kuçukkaya û Engîn Karaagaç in ku ji bajarê Marsîlyayê ne.
Nobetdarên ji Marsîlyayê bal kişand ser berpirsyariya Konseya Ewrûpayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û got, “Divê Konseya Ewrûpa û CPT bi lezgînî rewşa Rêberê me zelal bikin. Mafê her mirovî ye ku bijî.”
Çalakgeran got, “Ev 7 sal in em li bendê ne ku ev saziyên berpirsyar rewşa Rêberê me zelal bikin.”
STRASBOURG