Dîcle di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir di sala 2011’an de dema serhildana Sûriyeyê destpê kir, bi pêşengiya PYD’ê Kurd ev nêzî salek û nîve amadekariyên leşkerîdikin û wiha got: “Bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojva zemîneke rêxistinê ya 30 salî heye. Di 2012’an de lig undan, navçeyan û bajaran meclis hatin avakirin. Ji ber ku hêzên rejîmê şerê li dijî Kurdan neda ber çavan, beriya ku herêm vegere gola xwînê ew der terk kirin.
Dewleta tirk, Kurd jî tevli Artêşa Azad a Sûriyeyê kir û xwest rêveberiya herêmî di destê xwe de bigire. Lê Kurd nehatin lîstikan. Li Rojava Kurdan pergala xwe ava kirine. Mafên gelên din jî xistin bin ewlehiyê.Ji bo Kobanî bê xistin dewleta tirk, DYA û Yekitiya Ewropayê her cureyê piştgiriyê dane, lê nêzîkatiya PYD û têkoşîna bi biryar ya gel ev paşve kişandiye.
Dîcle got Rêber Apo geşedanên li Sûriyeyê û herêmê gelek sal berê tespît kiribû û hemû prokasyon vala derxistiye.
Li Rojava şoreşa sedsala 21'emîn
Xebatkara Ronahî Tv Zozan Kobanî jî got li Rojava şoreşek tê jiyîn û da zanîn ku şoreşga gelan di sedsala 21’ê de li Rojava dset pê kiriye û wiha got: “Dema li Sûriyeyê serhildanê dest pê kir, kesî Kurd nedixist nav vê. Piştî PYD hinek ket nava tevgerê di serî de TC, DYA, Yekitiya Ewropayê û hêzên Başûr ev tevger qebûl nekir. Dema dîtin ku hêz ji destê wan derdikeve, vê carê xwestin bibin hevkarê vê hêzê. Bi taybetî KDP û YNK’ê xwestin bibin hevkarê vê qezencê.”
Di beşa duyemîn ya Panelê de pirsên temaşevanan hatin bersivandin.
AMSTERDAM