Ji Amed, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Stenbol, Hatay û hemû bajarên herêma Serhatê bi dehan tir û komyonên alîkariyê ji Wanê û Erdîşê re şandin.

AMED: Li navçeya Bismilê ya Amedê ji bo alîkariyê bû seferber. Li navçeyê heya niha 11 kamyon û 6 TIR şevê din malzem ji Wanê re hatin şandin. Li navçeyê ji bo gelê Wanê tendûr hatin hilkirin û nan hate çêkirin. Firinciyên Bismilê jî saet di 01.00‘an de ji bo gelê Wanê firinên xwe hilkirin û nan çêkirin. Jinên navçeyê jî li taxan geriyan û ji bo gelê Wanê nan çêkirin. Hemû xwendekarên navçeyê jî pereyên xwe ji gelê Wanê teslîmî maseya qrîzê kirin.
Li navçeya Rezan a Amedê jî li 4 nokteyan alîkarî tê kom kirin û heya niha 5 kamyon û TIR’ek hatin şandin. Alîkariyên li Şaredariyê Rezan hatin komkirin serê sibê bi 5 kamyonan careke din ber bi Wanê ve şandin. Fêkiyên hatin komkirin jî li Hala Nû li tirekê barkirin û şandin.
ŞIRNEX: Seferberiya li Şirnexê hate destpêkirin didome. Li Şirnexê ev 3 rojin 15 ton melzemeyên erzaq, 41 hezar ava, 2 hezar mafur, 20 hezar nana, 15 hezar bataniye, 121 sobeyên ceyranê, 97 sobeyên ketelîk û gelek malzemeyên din ji Wanê re hatin şandin. Rêxistina BDP’ê ya Silopiyê jî li 5 nokteyên navçeyên malzemeyên alîkariyê kom kirin û bi 6 TIR an ji Wanê re şandin. Şaredariya Silopiyê ji tirek alîkariyê şand. Gundên Xezayê û Sere Biyêl yên Silopiyê jî bi derfetên xwe gelek malzeme kom kirin û bi 2 TIR an şandin Wanê.
Li navçeya Elkê jî şaredarî û welatî bi hev re ji bo gelê Wanê alîkariyan kom dikin. Alîkariyên hatin komkirin bi komyonan ji Wanê re hatin şandin. Şaredariya Cizîrê jî 8 TIR malzeme ji Wanê re şand. Li Cizîrê heya niha 9 TIR û 9 Kamyon malzeme hatiye şandin.
RIHA: Rêxistina BDP’ê ya Pirsûsa Rihayê têkildarî erdhejê li avahiya BDP’ê daxuyanî da. Di Civînê de Mehmet Ozberk, helwesta Serokwezîr Erdogan şermezar kir û xwest dest ji helwestên faşîzan berdin.
MÊRDÎN: Jinên endamên DOKH’ê û Şaredariya Nisêbînê ya Mêrdînê, kamyonek alîkarî şandin Wanê. Hate zanîn ku jinên ku li Nisêbînê alîkarî kom kirin dê bi xwe biçin Wanê û alîkariyê belav bikin. Li Mêrdînê jî, Rêxistina BDP’ê ya Misûriyê û Şaredariya Misûriyê TIR û kamyonek malzeme kom kirin û şandin Wanê. Şaredariya Nisêbînê jî ji duh heta niha 2 TIR û 2 kamyon kom kirin û şandin Wanê.
SÊRT: Şaredariya Misircê jî duh bi alîkariya keyayên gundan, li 50 gundan alîkarî kom kir û kamyonek alîkarî kom kir û ji Wane re şandin. Girtiyên PKK’ê û PJAK’ê yên Girtîgeha Sêrtê jî alîkarî dan mexdûrên Wanê. Rêxistina BDP’ê û şaxa ÎHD’ê yên Stenbolê jî xebatên alîkariyê berdewam dike. BDP’ê û ÎHD’ê duh 7 TIR alîkarî şand Wanê.  Platforma Komeleleylên Rojhilat û Başûrê Rojhilat a DARDER’ê jî heta niha 400 çuval alîkarî kom kirin û şandin Wanê.
COLEMÊRG: Rêxistina BDP’ê ya Colemêrgê û Şaredariya Colemêrgê ji bo maxdurên erdhejê alîkarî kom kirin. Heta niha 5 makîneyên kar, 12 hezar nan, 10 hezar battaniyê, 100 sobeyên katalîtîk, 4 ton malezemeyên zad, û 4 ton av bi riya şaredariyê ve hatin şandin. Li navçeyê Çelê bi tevahî 2 hezar 500 battaniye şandin Wanê.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştgiriyê yên ji aliyê komînên gundan, meclîsên taxan û Navenda Hûner û Çandê ya Geverê hate komkirin şandin Wanê. Gelê Geverê û xebatkarên şaredariyê yên ev 4 roj in seferber bûn heta niha ji maxdurên erdhej re 13 hezar 600 heb battaniye, 15 hezar heb nan, gelek branda, 109 heb kon, 4512 kincê zarokan 4 ton av û 4 wezayit malezemê şandin. Şaredariya bajaroke Bajergêh jî heta niha 150 heb battaniye, 50 balgeh û nivên, 50 kon, û 5 ton zad şand Wanê.
AGIRÊ: Li navçeya Bazidê ya Agiriyê kampanyaya ji aliyê şaredarî û rêxistina BDP’ê ya navçeyê hate dest pê kirin didome. Di çarçoveya welatiyan eleqeyek mezin nîşan dan ekîba alîkariyê ya ji 90 kesan pêk tê, 11 mînîbus û 5 kamyon eşya, 20 kon, 5 makineyên kar, 1 ambulans, 1 wesiyata cenazê şandin herêma erdhe ê.
Li navçeya Diyadînê di çarçoveya kampanyaya ji aliyê rêxistina BDP’ê ya navçeyê û Şaredariya Diyadînê hate dest pê kirin eşyayên piştgiriyê gihiştin Wanê. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha 3 kamyon eşya, 1500 nivên, 2 wesayitên cenazê, 1 ambulans şandin herêma erdhejê.
Li navçeya Panosê ya Agiriyê di çarçoveya kampanyaya şaredariyê û BDP’ê 10 makîneya kar, ekîba alîkariyê ya ji 100 kesan pêk tê, 18 hezar nan, 2 wesayitên cenazê, 1 ambulans hate şandin.
BEDLÎS: Şaredariya Tetwanê û Rêxistina BDP’ê ya Tetwan jî ji bo gelê Wanê alîkarî kom kir. Gelê Tetwanê ji bo alîkariyê seferberbû û li gel alîkariyan 6 wesayîtên kar hatin şandin. Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê jî 3 kamyon, 5 wesayîtên kar û ambulansek ji herêma Wanê re hatin şandin.
MÛŞ: Rêxistina BDP’ê ya Mûşê, KESK û Şaredariya Gimgimê jî alîkariyên kom kirin ji Wanê re şandin. Di çarçoveya kampanyayê de heya niha 8 kamyon alîkarî hate komkirin û ji Wanê re hate şandin.
Li navçeya Kopê jî 3 wesayîtên kar û 3 kamyonên alîkariyê hatin şandin. Li bajaroka Erentepe jî kamyoneke melzemeyan ji Wanê re hate şandin. Şaredariya Milazgirê û Ninertiya Egîtîm Sen’ê jî 3 kamyonên alîkariyê û 2 wesayîtên kar ji Wanê re şandin û kapmanaya didome.
QERS: Rêxistina BDP’ê ya Qersê û şaredariyên Dîgor, Bazarcik û Qaqizmanê jî 2 kamyon û gelek melzemeyên din ji Wanê re şandin. Alîkariyên hatin komkirin ên din jî dê îro bi kamyonan bişînin.
WAN: Şaredariya Elbakê jî ji Wan û Erdîşê re 8 kamyonên alîkariyê û wesayîtên kar şandin herêma erdhejê.


 NAVENDA NÛÇEYAN