Ûgûr Şakar ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Krefeldê li pêşiya dadgehê pêr agir berda bedena xwe. Li gorî agahiyên ku doktora dane tê gotin, 67 ji sedî laşê Şakar şewitiye, çîgera spî zirarek cidî dîtiye û rewşa wî giran e.

Piştî bihîstana çalakiya Ûgûr Şakar û rakirina nexwşexaneyê bi sedan kes herikîn Ûnfalklînîk a Dûîsbûrgê. Kurdistanî heta derengiya şevê ji bo agahiyek ji rewşa tenduristiya Ûgûr Şakar bigrin li peşiya nexweşxaneyê rawestiyane.

Doh ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsburgê ve li ser rewşa Ugur Şakar daxuyaniya çapemeniyek hate dayin.

Rêveberê saziyê Harûn Demîrel diyar kir ku, rewşa Şakar krîtîk e û nameya ku Şakar li pey xwe hiştî, xwend.  Demîrel got di nameya Şakar de helwesta li dijî CPT’yê û saziyên Ewropayê heye.Lazime her kes vê peyamê baş bixwîne û fêm bike.

Tundiya polîsên Elman

Parlamentera HDP´ê ya berê ya Sêrtê Besîme Kocan jî got:Daxwazên Şakar daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê ne û Şakar di nameya xwe de bal kişandiye ser bêdengiya saziyên Ewrûpayê û tundiya polîsên Elman a li ser Kurdan.”

Hevseroka NAV-DEM’ê Ayten Kaplan jî diyar kir, nerazîbûna Şakar li dijî welatên Ewropayê ye ku li pêşberî grevên birçîbûnê bi xemsarî tevdigerin.”

 

DÛÎSBÛRG