Rojhilata Navîn ber bi teqîna volqanîk ve diçe.

Desthilatdariyên li herêmê çavkaniya hêzên çete û paramilîter in. Xwedî hêzên kontra ne û mafên gelan xesp dikin, huqûq dikujin, edaletê bi mîzêna bazirganiyê bela dikin.
Mînaka herî li ber çavan jî Komara Tirkiyê ye.
Desthilatdariya Tirkiyê, yanî AKPê, yanî Serokwezîr Tayyip Erdogan, tenê sendoqê bingeha demokrasî dibine. Lê kanunên herî biçûk yên ehlaq û edaleta ku bandorê li têkiliya mirovan dikin jî layiqî gelê kurd û gelên din nabîne.
Di vê çarçovê de û di qonaxa duyemîn ya çareseriya demokratîk de, desthilatdariya Tayyip Erdogan gelê kurd, bi qîr û teşqeleyên perîyodîk mijul dike û bêbaweriyek derxistiye holê.  
Gelê kurd jî di nava gumanan de ye, lewma dudilî ye.
Sedema yekemîn: Tayyip Erdogan li hundir despot e, li derve bi îxrac kirina demokrasî mijul e.
Sedema duyemîn: Tayyip Erdogan, li hundir siyasî û parlamenterên kurd rehîn digire. Li derve, edaletê bela dike,  bang li darbekarên Misirê dike ku girtiyên siyasî serbest berbide.
Sedema sêyemîn: Tayyip Erdogan, pesnê xwe bi pêvajoya aştiyê dide, lê xeta sor ya gelê kurd û mîmarê pêvajoya çareseriya demokratîk, nêzîkatiya li gel Birêz  Ocalan ji nedîtî ve tê. Herî dawî, nexweşiya Ocalan û daxwaza heyetek doktorên pispor û serbixwe nabihîze.
Sedema çaremîn: Tayyip Erdogan, di pêvajoya çareseriyê de zimanê xwe ne guhertiye, di heman demê de, hêzên çete û paramilîter ku dişîne Rojava hîna terk jî nekiriye.
Sedema pêncemîn: Çareseriya pirsgirêkên gelan, karekî pirr ciddî ye. Ji bo van karan jî,  pêwistî bi mirovên dewletî, maqul heye.  Tayyip Erdogan,  li ser navika xwe dibire, xwe wek padîşahekî bi qirawat û lîderê misilmanên sunnî dibîne. Mixabin, di çareseriya pirsgirêka kurd de, hîna çarçoveya “sîmsartiya borse” derbas nekiriye.
Sedema şeşemîn: Pirsgirêkên gelan, bi komployan çareser nabin. Bi darebeyên eskerî, siyasî, bi ambargoyên aborî jî nayên çareserkirin. Balkêş e, Tayyip Erdogan hîna manîfestoyên îdeolojiya ku sed sal in kurd li dijî wê şer dikin dubare dike.
Mirov dikare van xalan dirêj bike.
Rewşa Rojhilata Navîn dide xuya kirin ku îhtîrasên siyasî berdewam dikin û di demeke nêzîk de jî dengeyên herêmê yên nû nayên sazkar kirin.  Bi vê mebestê, herêm ber bi teqînekê ve diçe. Li herêmê tenê gelê kurd wek hêzeke îradî derketiye holê û ji bo çareseriya gelên li herêmê jî, sîstemek model û modern derxistiye holê. Mînak Rojavayê Kurdistanê ye.
Li Tirkiyê rewşeke cûda heye. Eger desthilatdariya AKP´ê, yanî Tayyip Erdogan bi aql-i selîm tevbigere, ji wan şaşiyên ku me li jor rêz kirin vegere, di qonaxa duyemîn ya çareseriyê de, bêyî ku dereng bimîne gavan biavêje, wê Tirkiyê ji teqîna volqanî xelas bike. Eger nebe, pêvajo têk biçe, Tirkiyê wê bibe Suriyeya duyemîn. Raperîna gelan, naqosa mirina siltan, despot û tîranan e.  
Berî her tiştî divê ku Erdogan berê xwe bidê hundir.
Pirsgirêkên li hundir, yanî pirsgirêka kurd, wek çiyayê qaf li pêşiya Erdogan e, eger vê pirsgirêkê çareser neke, wê çiyayê qaf bi ser Enqerê de biteqe.  
Firsendeke dîrokî derketiye holê, divê ev firsend ji dets neyê berdan.
Du lingên vê  firsenda dîrokî hene û di çarçoveya siyasî û psîkolojîk de ne:
Yek: Mîmarê Rizgariya Demokratîk Abdullah Ocalan pêvajo da dest pê kirin,  Tevgera Azadiya Kurd, BDP´e û gelê kurd  pêvajo erê kirin û gava yekemîn jî avêtin. Ev jî firsendek dîrokî ye û rê hate vekirin.
Du: Bi peyama dîrokî ya Ocalan re, îhtîrasên siyasî ji holê hatin rakirin, despotîzm têk çû, sîmsariya borse hate red kirin û dubare kirina manîfestoya îdeolojiya fermî ya dewleta tirk hate mulga kirin. Ev bingeha demokrasiya gelan e.
Îcar, di şerên li Rojhilata Navîn de, çi dîmen derbikevin holê bila derbikevin; du enî hene li holê. Eniyek gel e, enyek jî xanedanên modern in. Em dizanin ku desthilatdarên ji bo edaletê, ji bo huqûq, ji bo demokrasî û mirovahiyê  şer bikin nînîn û çênebûne. Yan şerê berjewendiyan dikin, yan jî şerê  kursî dikin. Yek îdeolojiya rejîmên li herêmê adîl nînin û demokrasiyê naparêzin. Êdî eşkere bûye ku desthilatdarên herêmê, bi çete û kontrayên xwe, bi artêş û burokrasiya xwe ve, amûr û maşika destên hêzên global in. Ev desthilatdarî, hem sîstemên xwe diparêzin, hem destpotîzmê pêşdixin, hem demokrasiya sexte vedibêjin,  hem jî sextekatiya siyasî dikin.  Lewma hin dikevin, hin radibûn, hin felc dibin..  
Eger Erdogan û zadeganên AKP´ê ku behsa 2024 û desthilatdariya xwe dikin, şerê gelê kurd yê parastinê û nasnamê nebînin, ew nikarin xwe ji têkçûna felcbûnê xelas bikin.
Divê Serokwezîrê Tirk, Tayyip Erdogan xwe ne xapîne û baş zanibe ku, eger dikare hêza Ergenekon bişikîne, serfermandarên artêşê bigire û ceza bike, bi xêra Haraketa Azadiya Kurd û bi xêra Mîmarê Pêvajoya Çareseriya Demokratîk Ocalan e.
Vêceeeee: Kurd hêzêkê mezin e  û wek îradeyek siyasî jî derketiye holê.
Ji bo ku ev hêza mezin dikaribe di aliyê siyasî de manewreyan bike, barekî ciddî  û mezin dikevê ser milê BDP´ê. Divê werê zanîn ku, siyaset bizmarên di çarmixa Îsa de ye.
(Emê di hefteya pêşiya me de li ser vê mijarê rawestin.)