Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz roj bi roj giran dibe. Yagiz li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 57 roj in li paytexta Başûrê Krudistanê Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye. Yagiz, dema ku koma 28’an çalakiya bêdem û  dorveger dewr digirt, daxuyaniyek da û got, heta ku tecrîdkirina Ocalan bê rakirin, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Heta tecrîd bişike

Yagiz ê ku her roj siheta wî nebaş dibe, dibêje, “Çi dibe bila bibe heta tecrîd neşike, parlamenterên HDP’ê û girtiyên siyasî neyên berdan, ew ê çalakiya xwe dewam bike.”

Yagiz êdî nikare tiştên avî jî vexwe. Hate ragihandin ku êdî serdanên Yagiz jî hatine sînordarikirin. Pêr Meclîsa Gel a Mexmûrê çûbû sedana Yagiz.

Li aliyê din çalakiyên bi heman armancê li Kampa şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê), Silêmanî û Şengalê jî dewam dikin. Rojane gel diçe serdana çalakgeran û piştgiriyê dide wan.

Parêzeran miracaet kir

Her wiha parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Çîçek û Muhdî Oztuzun ji bo karibin muwekilê xwe bibînin, miraxaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kir.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzeran 781 caran miracaetî rayedarên tirk kir ji bo dîtina Ocalan, lê heta niha destûra wan nehatiye dayin.  

 

NAVENDANÛÇEYAN