Dilawer Zeraq pêr saet 2´yê şevê, li Diyarbekirê ji ber nexweşiya pişika xwe rakirin nexweşxaneyê. Rojekê di odeya kontrolê de maye û doh rewşa wî baştir bûye. Helbestkarê Berken Bereh yek ji wan kesan e ku ji bo dîtina Dilawer Zeraqî çûye Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê. Berehî got, “Rewşa Dilawerî baş e. Min bihîst ku ew nexweş ketiye, min ji Êlihê da ser rê û hatim. Ew li vê derê ye, em bi hev re rûniştine. Ji ber ku bijîşkan jê re gotiye divê ew zêde neaxive, bêhtir em diaxivin û ew guhdarî dike. Gelek xwînerê Zeraqî, hevalên wî yên nivîskar, şair û kesayetên naskirî hatin serdana wî.” Dilawer Zeraq, edîtor, wergêr û nivîskarê kurd e. Zeraq sala 1965’an li Farqînê/Amedê hatiye dinyayê. Wî ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985’an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Sala 1996’an dest bi nivîsandinê kir. Di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen Name, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Tîroj û rojanmeya Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsiye. Sala 2004’an digel komek nivîskar di derxistina Kovara W de cih girt û heta hejmara 13’an edîtoriya vê kovarê kir. Di Kursa Kurdî ya Amedê de mamostetiya zaravayê Kurmancî kir. Ew niha jî li Amedê dijî. Kurteçîrokên wê Kakil (Stenbol, 2002), romana Şevên Winda Wêneyên Meçhûl (Diyarbekir, 2005) û Ferhenga Biwêjan a Tirkî-Kurdî (Stenbolê, 2005) romana Çilkên Pênûsê (Diyarbekir, 2009), romana Nexşên Li Giyan (Diyarbekir, 2014) ji berhemên Zeraqî ne. AMED