Rewşen Esmer: Li dijî van êrişan serhildanên herî mezin jina Kurd bi ser xistine. Jin ji bo jiyaneke bi rûmet tim bûne pêşeng. Ez pirtûkê bi vî awayî bi nav dikim. Helbest çemekî pak diherike ye di nava van kiryaran de.

Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe ya yekê ya helbestan a bi navê “Hêlîna Evînê” li komeleya Rosayê îmze kir. Jinan elaqeyeke baş nîşanî pirtûkê da.

Hevşaredara berê ya Sîlopiyayê û endama Komeleya Jinan a Rosayê Rewşen Esmer ji bo îmzekirina pirtûka xwe ya bi navê “Hêlîna Evînê” li Komeleya Jinan a Rosayê bi xwîneran re hat gel hev.

Parlamenterên HDP Remziye Tosun, Nuran Îmîr, Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, hevşaredarên Silopiyayê û Sêrtê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek kes beşdarî bernameya îmzeyê bûn.

 

Kitêba hestên kûr

Rêvebira Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya di destpêkê de axaftina vekirinê kir û anî ziman ku îro ji bo wan rojek girîng e û got, “Cara yekê ye em weke komele pêşengtiya rojek wiha dikin û hêvîdar im wê dewama vê jî were.”

Kaya di dawiya axaftina xwe de li ser navê komeleyê diyariyek da Helbestvan Rewşen Esmer.

Esmer beriya pirtûkan îmze bike ji bo kesên ji bo çapkirina pirtûkê westiyane, sipasîyên xwe pêşkeş kir û di destpêkê de mafê axaftinê da wan.

Kurdolog Narîn Gezgor ku alîkariya Esmer kiriye, got, “Min bi kêfek mezin alîkariya Rewşenê kir. Di pirtûkê de hestên kûr veşartîne. Serketinê ji bo Rewşenê dixwazim û ji bo keda wê, wê pîroz dikim.”

Helbestên wê hêzdar dikin

Fîgen Ektî jî wiha got, “Ez û Rewşen hevrêyên hev ên kevn in û ez wê ji nêz ve nas dikim. Di xwendina helbestên wê de ez pirr hestiyar û bi hêz dibûm ku helbest dîrokek vedigot. Ez şahidê berxwedan û têkoşîna heval Rewşen im. Beriya zindanê û di 9 salên pêvajoya zindanê de wê berxwedanek mezin da. Hêvîdar im hemû xwendevan hestan fêm bikin. Hûn xwe di van rûpelan de bibînin.”

Medya Uren a ku wênebergê pirtûkê xêz kiriye jî got, “Min di helbestan de ked, hêz û berxwedana jinê dît. Çawa ku li aliyekî şer hebû li aliyê din agirê serhildanê bi pêş ketibû. Li cihekî şîn li cihekî şahî bû. Ez şad im ku min rengek da pirtûkê. Ji bo heval Rewşen jî serketinê dixwazim.”

Jin bûne pêşeng

Rewşen Esmerê jî ji bo kitêba xwe û kesên di weşanê û çapê de xwedî ked in, got, “Min di her rêzikê de şîn û şahiyek, xem û kêfxweşiyek bi lêv kir. Ji berê ve ez bi vî awayî hestên xwe tînim ziman û ji bo berhevkirina ji bo kitêbê gelek hevalan ez teşwîq kirim. Di vê destpêkê de ez malavahiya wan dikim. Helbestên min kevn in, lê divê were zanîn ku ti carî hestên wê kevin nabin. Min bi berhevkirina van û zêdekirinê re pirtûk temam kir. Jin û ziman, jin û çand, jin û xak weke goşt û neynûk bi hev ve girêdayî ne ku polîtîkayên bişaftinê ên li ser van qet kêm nemaye. Li dijî van êrişan serhildanên herî mezin jina Kurd bi ser xistine. Jin ji bo jiyaneke bi rûmet tim bûne pêşeng. Hûn ê di pirtûkê de van bibînin. Ez pirtûkê bi vî awayî bi nav dikim. Helbest çemekî pak diherike ye di nava van kiryaran de.”

Bi îmzekirina pirtûkan re bername bi dawî bû.

 

MA/AMED