Rêxistina Efûya Navneteweyî li Sûrê lêkolîn kirin, û piştre diyar kir ku li gorî agahiyên bi dest xistine û ne fermî ne, nêzî 500 hezar kesî ji ber êrişên qirkirinê yên li Kurdistanê, neçarî koçberiyê hatine hiştin.

Rêxistina Efûya Navneteweyî piştî navçeya Şirnexê Cizîrê, li navçeya Amedê Sûrê jî lêkolîn kir, têkîldarî mijarê li Dîes Otelê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê Salîl Shetty axivî, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi çekên giran li Kurdistanê êrişî gel dike.


‘Şok dike!’

Shetty diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne mijarek e ku Rêxistina Efûyê biyaniyê wê ye, weha dom kir: “Bi salan e em dişopînin. Em bi fikar in ku jiyana mirovên li vir xira bibe. Yekemîn sedema hatina me, bê ka çi li sehayê pêk tê em bi xwe jî lêkolîn bikin. Vê sibehê bi destûra taybet a Walî em jî çûn cihekî Sûrê yê qedexeya derketina kolanan lê heye. Xisar û zerar di astekê de bû ku şok dike.”

Shetty anî ziman ku ew bi gelê navçeyê yê ji navçeyê hatine koçberkirin jî axivîne, weha dewam kir: “Me bi saziyên civaka sivîl re jî hevdîtin pêk anîn. Di heman demê de me xwest em nêrînên dewlet û xwecihî jî bigirin. Me bi walî û hevşaredaran re jî hevdîtin pêk anîn.”


‘Gel hat cezakirin’

Shetty di axaftinên xwe de bal kişand ser van xalan:

* Bi dewamî pêkanîna ‘Qedexeya derketina kolanan’ û dirêjkirina wê cezayekî kolektîf e. 

* Bikaranîna hêza zêde û tankan nayê qebûlkirin. Bikaranîna çekên giran û 24 saetan domandina qedexeya kolanan dibe sedema koçberiyê. Li gorî agahiyên me bi dest xistin û ne fermî, nêzî 500 hezar kesî bi darî zorê hatine koçberkirin.

* Pirsgirêka ku herî zêde em hevrû hatin jî mirov wê kengî vegerin malên xwe û dema vegeriyan jî wê çawa vegerin. Malbat ne xwedî ti agahiyê ne, gelemperîkirin û bi zorê destdanîna ser mal û milkan jî di rojevê de ye.


‘Divê êriş û qedexe bi dawî bibin’

Shetty xwest li ser rewşê zelaliyek hebe da ku hesab karibe bê xwestin û îşaret bi qetilkirina Serokê Baroyê Amedê Tahîr Elçî kir. Sekreterê giştî yê Rêxistina Efûyê Salil Shetty xwest ev bûyer û wehşeta li Cizîrê bi awayekî zelal û serbixwe bên lêkolînkirin û weha dewam kir: “Bi taybet di mijara binpêkirina mafê mirovan de em li ser Başûrrojhilat rawestiyan, lê li tevahiya Tirkiyeyê qadeke berfireh a binpêkirina mafê mirovan heye. Medya jî dikeve nava vê yekê. Yek ji bangên me ya ji bo dewletê ew e ku demildest dawî li êrişên bêsînor û qedexeyên derketina derve bîne. Li Sûrê operasyon nebin jî li gelek herêmên din li gelek deveran operasyon dewam dikin.


 AMED