Bi peşengiya Malbatên Mexdûr û Wendakiriyên Kurdistanê (KOMAW) a navenda wê li bajarê Almanya Hagenê ye, malbatên Rojavayî yên di demên cuda de di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, hatin cem hev. Malbatên li bajarên cuda yên Almanyayê dijîn, li Dortmundê civiyan. Li salona civînê wêneyên cangoriyên li cihên cuda yên Kurdistanê û di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Salih Cizîrî di axaftina xwe ya li ser navê KOMAW'ê de bal kişand ser rola Rojava di şoreşa Kurdistanê de û got, "Tevahiya şehîdên xaka Kurdistanê, nanê Rojava xwarine, ava wê vexwarine. Rojava bingeha şoreşa Kurdistanê daniye. Xwedî xizmeteke 40 salan e. Nirxên îro derketine holê jî berhemên vê dîroka navdar in."

Salih Cizîrî da xuyakirin ku Kurdên li Rojava xwedî fedekariyeke mezin in û axaftina xwe wiha dewam kir: "Her çar parçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdên Rojavayî hatine avdan. Di şoreşa bi pêşengiya Rêber Apo de jî, bêguman barekî giran vî parçeyê me hilgirtiye ser milê xwe. Bi hezaran şehîdên me hene. Xwedîderketina li van şehîdan deynê me ye. Wan mîrateya xwedîderketina li van nirxand, ji me re hiştin."
Di nîqaşên piştî axaftinan de gelek pirsgirêkên tên jiyîn hatin nirxandin. Biryar hat dayîn ku bi hemû malbatên 'Şehîdan' ên Rojavayî pêwendî were danîn û di bin sîwanê KOMAW'ê de bên birêxistinkirin. 

DORTMUND