Encamnameya konferansa 2. a ku Meclîsa Jinên Şengalê 25’ê Îlonê li Çiyayê Şengalê pêk anî hate ragihandin. Di encamnameyê de tê diyarkirin ku Meclîsa Jinên Şengalê biryar girtiye ku xwe bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê birêxistin bike û bi mebesta alaya xwe hilbijêrin meclîs hatiye avakirin. Di konferansê de biryar hate dayîn ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin. Di Konferansa Jinê ya 2. de ku ji hêla Meclîsa Jinên Şengalê ve 25’ê Îlonê pêk hatibû, jinên Êzîdî biryar standin ku xwe weke Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan (TAJÊ) birêxistin bikin. Di encamnameyê de hate gotin divê vegera li Şengalê were pêkanîn, bi lezgînî yekîtî û rêxistinî were kirin û di têkoşîndayinê de peywireke giran li ser jinan heye û, “di serî de parastina Şengalê rizgarkirina gundên ku nehatine rizgarkirin û avakirina Şengalê li benda me ye.”


Meclîs ji 31 kesan pêk tê

Di daxuyaniyê de tê gotin meclîs ji 31 kesan pêk tê û rêveberî û koordînasyon wê ji meclîsê were hilbijartin.

“Konferansa me peymana me derxistiye holê ku hişmendiya me ya rêxistinbûnê, teşeyê rêxistinbûnê û avaniya me jî di nav de hîmên rêxistina me vedihewîne. Weke ku wê di peymanê de jî were diyarkirin, jinên Êzîdî alayeke ji bo xwe diyar kirine. Alaya me piştî ku li gor fikir û pêşniyaran rastkirinên hewce hatin kirin wê bi raya giştî re werin parvekirin.” Hate diyarkirin ku konferans diyarî wan jinan hatiye kirin ku di têkoşîna dij DAIŞ’ê şehîd bûne.” 


ANF / ŞENGAL