
Di destpêka danezanê de silav li şoreşa rojavayê Kurdistanê û pêvajoya çareseriyê ya li bakurê Kurdistanê hat kirin û hat destnîşankirin ku ewê bi awayekî çalak di vê pêvajoyê de cih bigirin. Di danezanê de hat ragihandin ku di kongreyê de KCD-Ewropa di warê sazîbûyîn û rêziknamyê de guhert kiriye û hat gotin, "Wezîfeya herî bingehîn a Konfederasyonê, li dijî înkarkirina nasnameya Kurd, tinekirina hebûna fîzîkî, çandî, aborî, civakî, ziman, çand, dîrok û xweza ya Kurdistanê, li Ewropayê meşandina xebatên polîtîk, dîplomatîk û çalakiyan e."
Ji bo temsîlkariyeke xurt..
Di danezan de bal hat kişandin ser kar û barên konfederasyonê yên ji bo parastina mafên gelê Kurd li Ewropayê û weha hat gotin: "Di kongreya me ya 19. de ji bo bersiv ji pêwistiya guhertin û nûbûnê re bê dayîn, bi pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ve girêdayî, biryar daye xwe jinûve birêxistin bike. Ji bo em ked û berdêlên heta niha di bin sîwanê konfederasyonê de hatine dayîn xurtir bikin, van deskevtiyan têxin rewşeke sazîbûnê û veguherînek hêzeke temsîlkar, me biryareke bi vî rengî dane.
Pergala hevserokatiyê
Di vê çarçoveyê de Konfederasyona me xwe weke Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-Ewropa) bi nav kiriye û bernameya xebatê, çarçoveya wezîfeyê û rêziknameya xwe li gorî vê nû kiriye. Bi vî rengî KCD-Ewropa ne tenê rêxistina sîwanî ya federasyonên komeleyan,KCD-Ewropa wê bibe nûnerê hemû saziyên jin, ciwan, çand-huner, spor, aborî, pişeyî, bawerî, perwerde, ziman-dîrok, yekitî, federasyon, însiyatîf û konfederasyonên Kurdan ên li gelemperiya Ewropayê. Li her welatî wê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd bên avakirin. Di 19. Civata Giştî de Desteya Rêveber a 22 jê jin ji 57 endaman û Desteyên Şopandin û Dîsîplînê yên her yek ji wan ji 7 endaman, hatin avakirin. Desteya Rêveber a bi pergala Hevserokatiyê bê temsîlkirin, wê di rojên pêş de civîna xwe ya destpêkê lidar bixe û encamên wê ji raya giştî re eşkere bike.
Banga endamtiyê
Tevî rêveberiyên federasyon û komeleyên me, em bang li hemû sazî û dezgehên demorkatîk ên Kurdistanî û Kurd dikin, ku bibin endamên KCD-Ewropayê. Tevî vê yekê, em ji hemû sazî, hêz, derdorû derdorên azadîperest, aştiyane û demokratîk ên li qada netewî yên cografya em lê xebatê dimeşînin dixwazin ku piştgiriyê bidin rêxistinbûyîna KCD-Ewropayê.
Piştgiriya ji bo televizyonên Kurd
Weke KCD-Ewropa, ji bo rêvebûna pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, li ser bingeha xwedîderketina li vîna bi milyonan Kurdan, em ban gli hemû dewletên Ewropayê dikin ku dawî li qedexe û astengiyê li pêşiya sazî, dezgeh, komele, endam, rêveberên saziyên Kurd bînin û pêkanînên xwe yên antîdemokratîk rawestînin. Di vê çarçoveyê de em biryara betalkirina lîsansên weşana ROJ TV, NÛÇE TV û MMC şermezar dikin û diyar dikin ku ev biryar weke dewama Komkujiya Parîsê hewldanek ji bo sabotekirina pêvajoya aştî û demokrasiyê ye. Em bang li Danîmarkayê dikin ku vê biryara pîvanên Kopenhagenê binpê kiriye rawstîne û mafê weşanê li televîzyonên Kurd vegerîne."
ANF/BRUKSEL