2’yemîn Mihrîcana Fîlman A Amed tevî xezt û zorên dewleta dagirker a Tirk wê bi şîara “Sînemaya Bêsînor” di navbera 22-25 ê meha Kanûnê de pêk were

Komîteya mihrîcanê li ser tora civakî ev daxuyanî weşand: “Îro roj ev axa ku em li ser dijîn, di bin nîrên pêkûtî, qirkirinên siyasî, qedexekirin û dagirkeriyê de ye. Di nava van şert û mercan de peywîra hunerê û hunermendan ne ew e ku xwe paşve vegerînin û bêdeng bimînin; berovajî vê yekê ji bo rastiya vî zemanî were fêhmkirin û vegotin pêwîst e huner û hunermend dengê xwe bi berz bilind bikin û bêdeng nemînin.

Me difikirî ku em îsal mihrîcana xwe di navbera 4-13´ê meha Mijdarê de pêk bînin, lê bele li hember vîna gel bertek hate nîşan dan û Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Ya Amedê hatin girtin û di şûna wan de kayyûm hatin peywîrdarkirin. Ji ber vê sedemê 2’yemîn Mihrîcana Fîlman A Amed di dîroka ku me fikirî bû de pêk nehat. Lê dîsa jî mihrîcana ku perçeyek nasname û têkoşîna vî bajarî bû diviyabû pêk were. Ji bo pêk were hincetên wê yên eşkere jî li holê ne. Em, di bin van zext û zordariyan de berpirsyariya dîrokî ku niha li ser milê me wek barek giran disekine dixwazin bi cî bînin û mihrîcana xwe li gel van şert û mercên zahmet bi hêza gelê xwe û bi alîkariya rêxistin û komaleyên demokratik dixwazin pêk bînin. Ji bo vê yekê em amadekariyên xwe dikin.”

Nikarin mohr li ramanan bixin 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku huner di xwezaya xwe de xwedî hêzek muhalîf ango dijber e û bi vî rengî dewam kir: ”Di nav hemû şert û mercan de li hember zilm, tundî û zordariyê ye. Ji bo maf, dad, azadî, wekhevî, jin, zarok, penaber, koçeber û xizanan, bi kurtasî ji bo qad û jiyanek azad her wiha ji bo mirov bi dildarî, bi aqilek pak, wijdan û rûmeta xwe xebatek bimeşîne tu hêz nikare li hember mirov bibe asteng û mohr li ramanên me bixe. Di vî wextî ku em pêdivî bi nêrînên nû, xwemal û afirîner dibînin de, em dixwazin fîlmê ku heqîqetê vedibêjin derxin pêşberî gelê xwe da ku heqîqet were zanîn.

Em ji bo Mihrîcana Fîlman A Amed, li dostên xwe yên sînemager û ekîbên festîvalên din bangewaziya hevkariyê dikin. Werin hûn jî di navbera 22-25 ê Kanûnê de li welat û bajarên ku hûn lê dijîn û xebat dimeşînin hêz bidin 2’yemîn Mihrîcana Fîlman A Amed. Li van bajaran bi nîşandana fîlman hêz û bawerî bidin mihrîcana me.
Ji bo vê yekê, bi dirûşmeya “Sînemaya Bêsînor” tenê ne li Amedê, li hemû qad û bajarên ku baweriya hunera şoreşgerî heye em fîlman nîşan bidin. Li bajarê ku em ê lê mihrîcana xwe pêk bînin gelek sazî, rêxistin û komale deriyên salonên xwe ji bo mihrîcana me vekirin û alîkarî dan me. Em ê di van rojên giran de vê helwesta wan qet ji bîr nekin. Ji lewre jî em spasdariyên xwe pêşkeşî wan dikin.”


AMED