Julî Zeh li Tirkiyeyê û Herêmê baş tê nasîn û hezkirin di pirtûka xwe ya "Temîz Havale" de careke din aliyê xwe yê rexneyê nîşan da. Zeh, di pirtûkê de nirxên civakên Rojavayê dinirxîne û bi rastiya xwe û wan re rû bi rû dimîne. Zeh, nirxên Rojavayê bi îmge ya "paqîjî" yê digire dest. Di pirtûkê de Qehremanê romanê Mîa Holl jiyaneke nediyar û tevlî hev temsîl dike û weke rastiya pergalê derdikeve pêş. Di pirtûkê dê karktera bi navê Mia Holl dikeve nav bablîsoka gelek evînan û fersetan tevlî hev. Nivîskar Zeh jî vê yekê Modernîteya li ser laşan dinirxîne. Zeh her wekî din civaka Rojavayê û Şaristaniya Ewropayê jî weke bê wîjdan û bê vîn destnîşan dike. Zeh, bi pirtûka "Temîz Havale" edaletbûyineke sexte li Rojavayê çawa tê jiyîn jî ji xwendevanan re diyar dike.

Şerê Modenîteyê ya li dijî xwezayê
Di pirtûkê de beşa bi navê "Di nava sedsalê û di nav rojê" de şerê Moderniteyê yê li dijî xwezayê û tevlî heviya mirovan baş tîne ber çavan. Zeh, di pirtûkê de vê rewşê wekî kaosê binav dike û wiha dibêje: "Her diçe bajar mezin dinbin lê derdorên wan bi daristanan dorpêçkirin e."

Zeh, di pirtûka xwe de mirovên li dijî xwezayê şer dikin û careke din vedigerin ser bingeha xwe ya civakî jî wiha şirove dike: "Li van deran êdî bêhna nexweş tûneye. Li vê derê xerakirin û şewitandin tuneye. Li vê derê mirovahiyeke ku xwe gihandiyê xweşikîyê heye û bi xwezayê re weke heval jiyan dike." Zeh, ruyê Ewropayê yê ku weke belavkira edaletê ji di vê pirtûke de nîşan dide. Pirtûka Zeh ji Weşanxaneya Metîs hate weşandin.

DÎHA/AMED