Eniya Neteweyî ya Kurdên Feylî, weke hindikahî daxwaza mafên xwe li Iraqê dike û dibêje: “Parastina mafên hindikahiyan rêya bihêzkirina aramî û aşitiya li Iraqê ye.” 

Roja parastina mafên hindikahiyan ku 18’ê Kanûnê ye, her sal Eniya Neteweyî ya Kurdên Feylî bi vê boneyê daxuyaniyekê diweşîne.

Eniya Kurdên Feylî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Bi xwe spartina biryara xala 48/135 ya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku taybet li ser parastina mafên bawerî û komên etnîk ên hindikayî; bi baweriya me rêzgirtin û parastina mafên hindikahî û pêkhateyên Iraqê, dê welat ber bi aramiyeke siyasî, aborî, civakî û ewlekariyê ve bibe. Ne wek sîstemên dîktatorî yên çêbûne ku mafê hindikahiyan nediparastin û her cûre bêrêzî dikirin li beramber wan.”

Eniya Kurdên Feylî xwe dispêre xala qanûn ya 125´an a Iraqê ya ku mafên siyasî, çandî û civakî yîn gelên Iraqê misoger dike û dibêje, "ji bo beşdarî sîstema biryarê ya Iraqê bibin, divê hewl were dayîn ji bo ji holê rakirina cihêkariyan, zextên olî, mezhebî û neteweyî yên li Iraqê.”

Di 18'ê Kanûna 1992'an de Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi biryara hejmar 135 ya di dewra xwe 47'emîn de, bi 9 madeyan qebûl kiriye û di 3'ê Sibata 1993'an de weşandiye ku 18'ê Kanûnê roja 'netewe, ol, mezheb, bawerî û zimanên hinikayî ye. 


BEXDA