Şaredariya Gel a Kobanê ji bo edilandin û rastkirinê, rêyên kolan, bajar û gundewarên Kobanê qîr dike.
Şaredariya Gel a Kobanê di meha Gulanê de careke din dest bi qîrkirina kolan û rêyên Kobanê û gundewarên wê kir. Her wiha rêyên di nava bajêr de ku di dema dagirkirina çeteyan de xirab bûne, têne çêkirin.
6 mehan wê dewam bike
Hin ji kolanên taxên ku hatine çêkirin wiha ne: “Kolanên Kaniya Kurdan, Şehîd Yehya, Botan Xerbî, Botan Şerqî ne, her wiha rêyên gundên Helinc û Rovî hatine sererastkirin û niha jî xebata qîrkirinê li pêş dibistana El-Rêfiye ya navenda bajarê Kobanê didome.
Endamê Komîteya Fenî ya Şaredariya Kobanê Ezedîn Seydo da zanîn ku ev xebata wan dewam dike, her wiha di projeya wan de jî gelek gundên din ên rojavayê Kobanê hene. Ezedîn got, qederê 30 hezar metre rê li Kobanê û gundên wê hatiye sererastkirin û xebata wan wê heta ku hemû kolanên Kobanê û gundewarên wê bên çêkirin, dewam bike.
Tê payîn ku xebata qîrkirinê li kolanên Kobanê heta 6 mehan were bidawîkirin.
ANHA / KOBANÊ