
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê rêya navbera Reqa û Tebqayê kontrol kirin. Operasyona Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava wê îro di roja xwe ya 9. bi rengekî serketî dewam dike. Pêr êvarê şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, li baskê başûr ê Çemê Firatê ber bi rêya navdewletî ya di navbera Reqa û Tebqayê bi pêşve çûn. Li herêmê heta danê sibehê şerekî giran qewimî û doh saet di 07.00 de rê bi tamamî ket bin kontrola şervanên Xezeba Firatê de.
Êrişa pir alî şikandin
Êrîşa çeteyên DAIŞʹê yên li ser gundê Sahil El-Xeşab ku ji gelek aliyan de pêk hat hat şikandin. Di şerê li gund de gelek çete hatin kuştin, termê 4 çeteyan ket destê şervanan.
Çeteyên DASIŞʹê duh êrîşek pirr alî anîn ser gundê Sahil El-Xeşab ê diveke rojavaya Reqqa. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bersiva êrîşkaran da û bi dijwarî şer derket.
Di şer de, çeteyan derbeyên giran xwarin û êrîşa çeteyan a li ser gund hate şikandin.
Di encama pevçûnên li derdora gund de gelek çete hatin kuştin, ji van termê 4 çeteyan ket destê şervanan.
Gundê Sahil El-Xeşab li rojhilatê navçeya Siwêdiya Mezine û berî du rojan ji aliyê şervanê Odeya Çalakiyan ya Xezaba Firatê ve hatibû rizgar kirin.
Artêşa Tirk êrîşî Bendava Şehbayê kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdyaî wê bi çekên giran êrîşî Bendava Şehbayê kirin. Hêzên şoreşger jî bersiva êrîşê dan.
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê doh derdora saet di 11.00ʹan de êrîşî bargehên Hêzên Şoreşger ên li herêma Şehbayê kirin. Arêtşa Tirk û çeteyên wê di êrîşa xwe de çekên giran û topan bikar tînin. Hêzên Şoreşger jî bersiva êrîşê dan û li herêmê şer derketin. Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe didome.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku di şer de hejmarek çete hatine kuştin, lê derbarê hejmjmarê de hîn agahiyên zelal ne hatine zanîn.
Hêzên Şoreşger Bendava Şehbayê û 5 gundên derdora wê di 19ʹê cotmeha derbasbûyî de ji komnê çete yên DAIŞʹê rizgar kirin. Ji wê demê Tirkiyê û komên çete yêngirêdayî wê êrîşî herêmê dikin.
REQA/ŞEHBA
Wêneyên balafirgeha Tebqa ya rizgarkirî

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de operasyona rizgarkirina Reqa dimeşînin, di 26’ê Adarê de balafirgeha Tebqa ji çeteyan rizgar kirin. Balafirgeh pêştir ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve weke navendeka leşkerî ya hêzên hewayî bikar danî, di Tebaxa 2014’ê de ji aliyê DAIŞ’ê ve ji hêzên rejîma Sûriyeyê hat standin. Balafirgeha Tebqa ji aliyê DAIŞ’ê ve weke navendek herî giring a perwerdeya leşkerî bikar danîn.
ROJNEWS/TEBQA