QSD: 15 nuqteyên herêmê ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin paqijkirin û çete tenê li herêmekê ku tunel lê kolane, asê mane. Şervanan çeperên parastinê yên çeteyan şikandin, hejmareke ji erebeyên leşkerî teqandin, navendeke fermandariya serçeteyan rûxand û 38 çete kuştin.

Operasyona dawî ya hêzên QSD’ê li devera derdora gundê Baxozê yê li Dêra Zorê bi navê Qonaxa Tinekirina Terorê ber bi dawî ve diçe. Derba dawî ya şervanan piştî ku mohleta ji bo teslîmbûnê bi dawî bû, pêr êvarê dest pê kir. Pê re pê re bi dehan çete û malbatên wan teslîm bûn. QSD´ê doh li ser encamên vê derbê yên pêşî de agahî dan. Li gorî vê, şervanên QSD´ê çeperên parastinê yên çeteyan şikandin, gelek erebeyên eskerî îmhakirin, navendeke fermandariya serçeteyan jî rûxand. Di vî şerî de herî kêm 38 endamên çeteya DAIŞ´ê hatin kuştin.

Çeteyê DAÎŞ´ê li herêmeke ku dirêjahiya wê 700 metre ye û firehiya wê 300 heta 400 metreyî ye, asê mane. Di operasyonên dawî de şervanên QSD’ê malên li gund hemû ji destê DAIŞ’ê derxistin. Çeteyên DAIŞ‘ê niha li tunelên di binê erdê de kolayî asê mane. Ew van tunelan weke kampekê bi kar tînin.

Piraniya wan biyanî ne

Di nava du rojên dawî de li herêmê li aliyekî şer diqewime, li aliyê din jî veguhestina mirovan a ji herêmê didome. Pêr êvarê 60 çeteyên DAIŞ’ê teslîmî şervanên QSD’ê bûn. Ji bo veguhestina DAIŞ‘iyên teslîm bûn û malbatên wan QSD’ê 9’ê Sibatê navber dabû operasyonan û heta 1’ê Adarê zêdeyî 12 hezar kes ji herêmê derxistibûn. Lê belê hin çeteyan qebûl nekir teslîm bibin ku pirraniya wan biyanî ne. Wan tevî malbatên xwe biryar da ku şer bikin. Ji ber vê yekê jî hêzên QSD’ê 11’ê Adarê ji sê baskan ve li herêmê dest bi operasyonê kir.

Li Baxozê dest bi qonaxa dawî

Di operasyona du rojên dawî de 15 nuqteyên herêmê ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin paqijkirin û çete tenê li herêmeke ku tunel lê kolane, asê mane. Fermandariya QSD’ê careke din bang li çeteyên DAIŞ‘ê yên li herêmê kir da ku teslîm bibin. Fermandariya QSD’ê ragihand ku wan li Baxozê dest bi qonaxa dawî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê kiriye. Ji kêliya operasyonê ji nû ve destpêkirî heya niha jî şer bi dijwarî li tevahiya bereyên Baxozê dewam dike. Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê li gel malbatên xwe teslîmî şervanên QSD’ê bûn.

QSD`ê 4 zarok ji mirinê rizgar kirin

Li aliyê din çeteyên DAIŞ`ê li her dera Baxozê mayin çandine da ku li pêşiya bipêşveçûna şervanan bibin asteng. Çeteyên DAIŞ`ê zarokên xwe jî li van deveran li pey xwe, di nava mayinan de hiştine.

Hêzên taybet ên QSD`ê di encama operasyonên li herêma Baxozê de, 4 zarokên birîndar li gundewarên rojhilatê bajarê Dêra Zorê dîtin û ew birin Nexweşxaneya Leyis a li Besîrayê.

 

 DÊRA ZOR