Arîn Kobanê ku birayê wê di nava refên çeteyên DAIŞ’ê de cih digire, li aliyekî ji ber êşên gel, li aliyê din ji ber ku birayê wê di nav çeteyan de ye, gelekî xemgîn e. Arîn Kobanê der barê tevlîbûna xwe ya nava hêzên azadiyê de peyivî.
Herçî Arîn Kobanê ye, nîvê gundê wê ji DAIŞ’ê re kar dike û sala 2014’an di bûyerên Kobanê de kekê wê çû nava çeteyên DAIŞ’ê. Arîn Kobanê ya ku bi xwe di berxwedana Kobanê 2015’an de tevlî nava refên azadiyê bû, got; “Min amedekarî dikir ku ez ji gund derkevim, şeva ku ez ê derkevim hevalan bi aliyê me ve hatin, malbata min jî bi min hisiya ku ez ê tevlî hevalan bibim, bi vê re di navbera hevalan û alîgirên DAIŞ´ê yên di gund de şer qewimî. Di vî şerî de hevalek birîndar bû û hevalek ji giha şahadetê. Vê bûyerê tesîreke mezin li min kir, ez ji vê rewşê bêhtîr bi hêrs derketim û min ji bo xwe got, mirin heye veger nîne û min xwe gihand aliyê ku hevalan lê şer dikir.”
Herî dawî Arîn Kobanê bang li tevahiya malbatan kir û got, “Bila bi destê xwe zarokên xwe qetil nekin û bi xwîna wan nejîn. Werin em bibin yek û di riya heqîqetê de mil bi milê hev ve tekoşînê xurt bikin û destûrê nedin ku destên bi xwîn xaka me dagir bikin.”
ROJNEWS / ŞINGAL