
Endamê Polîtburo ya YNK’ê Ferîd Eseserd bersiv da banga KCK’ê ya ji bo Kongreya Neteweyî û got, ew ji bo kongreyeke bi vî rengî amade ne. Berpirsê Kar û Barê Derve yê YNK’ê Hoşyar Abdurrahman jî got ew banga KCK’ê ya yekîtiya netewî erênî dibînin. Eseserd da xuyakirin, ku ji her demê bêhtir pêwîstiya Kurdan di vê demê de bi kongreya neteweyî heye û destnîşa kir, ji bo kongre encamê bigire, lazimî bi amadekariyeke baş heye.
Eseserd got, “Di kongreyeke gengaz a neteweyî de, divê stratejiyeke hevpar a neteweyî ji bo Kurdan bê destnîşankirin” û anî ziman, hebûna stratejiyeke bi vî rengî wê ji bo siberoja gelê Kurd destketiyên gelekî mezin bi xwe re bîne.
Eseserd da zanîn, ji bo kongreyeke bi vî rengî lazim e hemû alî di destpêkê de hevdîtinê bikin, pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û got, “Girîng e em li cihekî hevpar bigihêjin hev û kongreya xwe lidar bixin. Eger hemû alî ji niha ve li ser pirsgirêkên xwe yên bingehîn rawestin, wê kongreyeke encamgir derkeve holê. Ji bo weke hewldana beriya niha bê encam nemîne, lazim e amadekariyeke baş jê re bê kirin.”
‘YNK amade ye‘
Endamê Polîtburo ya YNK’ê Ferîd Eseserd da zanîn, bi çareserkirina pirsgirêkên Mûsil û Sûriyeyê re wê serdemeke gelekî hesas dest pê bike û got, “Em weke YNK ji kongreyeke bi vî rengî re amade ne.”
Eseserd ragihand, lazim e Kurd li hev bicivin, pirsgirêkên xwe di nava xwe de çarese bikin û wiha dewam kri: “Hevdîtinên du alî dikarin werin lidarxistin. Lê belê encamgirtina ji van hevdîtinan bi aliyan ve girêdayî ye. Lê eger Kongreya Neteweyî bê civandin, hingî wê hemû alî bibin hevpar. Ji xwe armanca kongreyê jî ew e, ku hemû alî bibin hêza biryardanê.”
‘Wê pirsgirêkên Başûr jî çareser bike’
Ferîd Eseserd bal kişand ser krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û got, “Bêguman, eger kongreya neteweyî bê lidarxistin, em ê derfetê bibînin ku pirsgirêkên nava xwe di kongreyê de çareser bikin. Lê beriya destpêkirina kongreyê, lazim e em van pirsgirêkên xwe çareser bikin, ku ev pirsgirêk rê li ber aloziyê venekin. Tevî her tiştî jî rewşa heyî, lidarxistina kongreyeke neteweyî ferz dike.”
Abdurrahman: Sedema man û nemanê ye
Berpirsê Kar û Barê Derve yê YNK’ê Hoşyar Abdurrahman jî têkildarî banga KCK’ê got; ew bang KCK’ê erênî dibînin û bi berdewamî got: “Divê em partiyên çar parçeyên Kurdistanê bînin cem hev û yekîtiya neteweyî pêk bînin. Berê jî em weke partî tevlî xebatên kongra netewî bûn. Herî dawî KNK’ê li Kerkûk û Belçîkayê konferans çêkirin bi armanca konferansa netewî. Her demê me meseleya netewî weke meseleya xwe dît û weke deynê di sûkra xwe de lê nerî.
Bêyî ku em ji ber astengbûna xebatên kongra neteweyî ya 2013’an xemgîn bibin, divê em vê xebatê bidomînin. Di van xebatan de hewldana partiyan erênî bû lê em bi ser neketin. Ku em bi ser neketin nayê wê wateyê ku em ê bi ser nekevin. Ev tiştên normal in. Lê di pêvajoya pêş de ji bo pêkanîna kongreyê ku ji bo ku Kurdan meseleya man û nemanê ye, divê em hêzên xwe bikin yek û vê yekîtiyê pêk bînin.”
RÊBAZ HESEN / ANF / KERKÛK