Qedrî Can du qatî kurteçîrokên xwe –ku kurteçîrokên wî 13 heb in- helbest nivîsîne ku hejmara van helbestan dike 26 heb. Ji van 26 helbestan 10 helbest nûjen in, ên mayî jî klasîk in.”
Di heman nivîsê de Jiyan dide zanîn ku di helbesta Qedrî Can de du serdem hene û van serdeman jî wiha rave dike: “Serdema klasîk û serdema nûjen. Serdema klasîk di 1932’yan û serdema nûjen 1942’yan de dest pê dike. Qedrî Can heta serdema xwe ya nûjen 10 helbestan çêdike û wan di “Hawar”ê de diweşîne. Ji bilî “Hawar”ê, di kovarên wek “Ronahî”, “Roja Nû”, “Hîwa” û “Gelawêj”ê de jî nivîsên wî weşiyane. Piştî ku derbasî “rista serbest” dibe, carcaran wek hewcedariyekê, wek nostaljiyekê dîsa li “rista klasîk” vedigere û bi giştî di serdema xwe ya nûjen de bi qasî 6-7 helbestên din ên klasîk dinivîse.”
‘Gula Sor’
Jiyan dibêje ku ji ber Kurdbûn û sosyalîstbûna wî be, rengê ku wî herî pir jê hez kiriye “sor” e û hezkirina Qedrîcan a ji bo rengê sor wiha vedibêje: “Du helbestên ku di sernavên wan de rengê “sor” dibihure nivîsîne: “Heyva Sor” û “Gula Sor”. Helbesta “Heyva Sor” helbesteke enternasyonalî û helbesta “Gula Sor” jî helbesteke welatparêzî ye. “Heyva Sor” bi giranî tematîk e û di hinek cihan de dengê xwe ji helbesta “Gula Sor” deyn kiriye. Helbesta “Gula Sor” bi awayekî sembolîk di vegotina guleke sor de pesnê welatekî dide ku ev helbest ji alî ahengê ve helbesta herî xurt a Qedrî Can e. Heta mirov dikare bêje ku ev helbest, di nav hemû helbestkariya Kurdî de di warê rîtm û ahengê de yek ji helbestên herî serkeftî ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN