Rêyên din jî hene
Fûad Bêrîtan: Tenê rêya çareseriyê ev e ku gel zextê li ser dewletê çêke. Daxwaza maf û azadiya xwe bike. Tenê daxwazkirin ne, divê tevahiya çîn û pêkhateyan xwe bi rêxistin bikin. Di vê qonaxê de yekgirtî bin. Dewletê neçar bikin ku di siyaset û şêwazê xwe yê rêveberiya civakê de guhertinê çêke.
MIHEMED HESEN/ŞEMAL HESEN
ROJNEWS/QENDÎL
Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan derbarê hevdîtinên wan li gel dewleta Îranê, agahiyên girîng dan. Fûad Bêrîtan da zanîn ku par berî hilbijartinên Îranê wan ji Îranê re nexşereyek pêşkeş kiriye û dewleta Îranê bi awayekî eşkere û rasterast bersiva daxwazên wan nedaye. Her wiha Bêrîtan got, niha jî amadekariya nexşereyeke nû dikin.
Hevserokê Komelgeya Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan, di hevpeyvîneke xwe de bersiva pirsên têkildarî rewşa Îran, nerazîbûnên gelê Kurd, gelên Îranê û zextên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) yên li ser Îranê da.
Dewleta Îranê çi qasî dikare nerazîbûnên gel ku roj bi roj zêde dibin, bi zor û zilmê biçewisîne?
Em dibînin niha civaka Îranê ji rewşa heyî nerazî ye. Ji şêwazê siyasî, eskerî û rêveberiya civakî nerazî ye. Ji bo wê jî di nava hewldanên guhertinê de ye. Di encama van guhertinan de me dît ku zivistana bihurî gel serî hilda, daxwaza maf û çarenûsa xwe kir. Civaka Îranê civakeke aktîf e. Li ser piyan bû, li pey jiyaneke nû û sîstemeke nû bû. Di hemû warên jiyanê de, hemû çînên civakê mafê xwe dixwazin. Îro jî ger civaka Îranê bi plan û bername zextên xwe zêdetir bike û li hemberî dewletê yekgirtî be, gel wê bi ser keve.
DYE bi çi armancê, zextên siyasî û aborî li Îranê dike? Ma ev zextên siyasî û aborî dikarin rê li ber guherineke siyasî vekin?
DYE dixwaze bi van gefan Îranê sînordar bike. Ji bo bikare siyaseta xwe li ser Îranê bimeşîne. Îranê teslîm bigire, Îranê di nava sîstem û siyaseta xwe de bihelîne. Armanca DYE sînordarkirina Îranê di nava siyaseta xwe de ye. DYE dixwaze di aliyê dîplomasî, aborî de zextan li ser Îranê bike û hevpeymana xwe û muxalefetên li dijî rejîma Îranê çêke. Di vê çarçoveyê de dualî wê zererê bibînin. Dewlet û civak. Rewşa aborî ya gel wê xerabtir bibe. Tenê rêya çareseriyê ev e ku gel zextê li ser dewletê çêke. Daxwaza maf û azadiya xwe bike. Tenê daxwazkirin ne, divê tevahiya çîn û pêkhateyan xwe bi rêxistin bikin. Di vê qonaxê de yekgirtî bin. Dewletê neçar bikin ku di siyaset û şêwazê xwe yê rêveberiya civakê de guhertinê çêke.
Di 40 saliya rejîma heyî ya Îranê de, hin qeyranên siyasî qewimîn. Sala 2009´an qeyraneke siyasî derbas kir lê karî ji vê qeyranê xwe bifilitîne. Çi ferqa vê qeyrana nû heye?
Heta niha Îranê kariye qeyranên heyî bi şêwazên cuda bi rê ve bibe. Lê niha mirov nikare bibêje ku Îran dikare xwe ji qeyranên heyî rizgar bike û weke pêştir lê were. Heta astekê, dikare temenê xwe dirêj bike. Di qeyranên heyîn de Îran nikare siyaset û dewletdariyê bike. Neçar e ku xwe biguherîne. Heger dixwaze xwe ji van qeyranan rizgar bike, divê îradeya gelan binase û ji bo demokratîzebûna navxweyî hewl bide. Guhdarî li daxwazên gel bike.
Helwêst û nexşerêya KODAR’ê ji bo çareseriya nerazîbûnên li Îranê çi ye?
KODAR’ê berê nexşerêyek ji bo hilbijaritnên Îranê pêşkêş kir. Di vê nexşerêyê de qala metirsî û derfetên heyî kir. Dewleta Îranê bi eşkere û rasterast bersiva daxwazên me neda. Niha jî amadekariya ji bo nexşerêyeke nû ya ji bo rojên li pêş me dikin. Pêwîstiya Îranê bi guhertinên bingehîn heye. Êdî gel bi gotin û biryarên bê pratîk razî nabe. Gel gavên pratîk dixwaze. Em di vê nexşerêyê de dixwazin li Îranê ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û gelên Îranê hewldanek hebe. Pêşkêşkirina komisyon û şêwazên cuda ku gel bi xwe rêxistina xwe çêbikin. Di warê aborî, siyasî, parastina jîngeh û çareseriya pirsgirêkên jinan de projeya me heye. Em xwedî siyaseteke demokratîk a di çarçoveya hişmendî û neteweya demokratîk de ne. Em dixwazin bi proje û plan ji bo hindikahiyên neteweyê yên Îranê gavê biavêjin. Em ê projeya xwe pêşkêşî tevahiya aliyan bikin. Wê demê, em ê tenê bi nexşerêyê qayîl nebin, em ê hewldanên xwe di çarçoveya dîplomasî û siyasetê de bi şêwazên cûr bi cûr pêşkêş bikin. Di vê rewşê de heger ti bersivek nehat dayîn, weke pêştir, Îran guhdarî van daxwazan neke, wê demê rêyên din jî hene li pêşiya me. Em tevgerek in ku xwedî hêza parastinê ye, di vî alî de em xwedî amadekariyên mezin in. Ji bo guhertinên li Îranê diqewimin, em ne bê plan û proje ne.