CANO ŞAKIR
Romana Yildiz Çakar ya bi navê Ev Rê Naçe Bihuştê ku ji heft beşan pêk tê, beşê yekê li ser windabûna zeman, pîrozî û girîngiya ronahiyê ye di serdema tarîperestan de. Roman wilo dest pê dike û bi beşê heftan bi azadiya raman çand û wêjeya resen bi dawî dibe.
Ji boyî ku nivîskarên Kurd karibin lêkolîn û mijarên wêjeyî yên dîrok û çanda kevin ya gelê Êzîdî binvîsînin, pêwistiyeke mezin heye ku çanda Êzîdiyan û her wiha wêjeya wan ya qedîm bişopînin, heger em hinekî xwe berdin nava edebîyata Êzîdiyan bibin, wek qewl, beyt, sebeqe, û du´a, em ê di nava vê wêjeya kevin û pîroz de rastî gelek dergeh û pencereyên ku bi ta´ma edebiyata resen hatine meyandin, û huwerîn werin.
Di romana xwe ya nû de Yildiz Çakar (Ev Rê Naçe Bihuştê, ji weşanên Lîsê derçûye sal 2019´an û 216 rûpel in) bi hunereke xurt pênûseke jîr bi ramanên têr û tijî ji vê çanda kevnar ya gelê Kurd û bi taybetî gelê Êzîdî vexwariye, û xwinêrên vê romanê wê rastî ravekirin û şîrovên di bin siya dîrokê de veşartî mane werin. Ew ê sûdeke pirr giranbuha ji vê romanê wergirin.
Heger em behsa romana Kurdî ya îroyîn bikin û behsa rakêşan vegotin vebêjî rist û hûnandinê bikin, em bi awayekî rasterast di romana Yildiz Çakar de hemî çêş û tama di nava keşta û edebiyatê de dikin.
Jixwe, pirraniya xwînêr û xwendevanan di despêka çend rûpelên pêşîn de yên tevahiya pirtûkên romanan, ew rastî xweşiya romanê tên, li vir û bê dawî Yildiz Çakar di romana xwe ew bi hostetiyeke serketî û şêweyekî pirr taybet ji rûpelê despêkê heta bi rûpelê dawî yanî ji beşê yekê heta bi beşê heftan hunera xwe pêşkêş dike û me bi mijarên bi çanda resen re û bi awayekî zelal û vekirî girêdana bi axê û bîrdoziya gelê kevnar ya bi welat re û têkliya wan bi xweza û dîrokê re, dibe cihaneke servekirî û di hembêza peyvê de xwendevanan serwext dike.
Her çendîn jî naveroka romanê dîroka Ferman û komkujiyan li ber çavên xwendevanan radixe jî, yek ji xal û babetên romanê ew e ku Fermana herî dawî ye ku serpêhatiya gelê Êzîdî û êşên wan zelal dike.
Pirr balkêş e ku Yildiz Çakar di vê romana xwe de girêdanekê dide hejmara hefta ya ku di felsefe û ola Êzîdiyan de pîroz e, her wiha di romanê de girîngî û zelalkirina hejmara heftan ku bi afirandina gerdûnê ve girêdayîye, her wiha mijara qewl û beytan a bi afirandina dinyayê re mirov dikeve nava şîroveyên resen û girîng.
Jixwe. em ji bîr nekin ku gelek watedar e ku di romana Yildiz çakar de ne tenê mijarên bi vî rengî hene yên weke ol, çand û dîroka gelê Kurd, di romanê de tama helbestê û giyanê peyvê weke ku tu di dilê helbestgeha gerdûnê de rûdinê û li ber ekraneke mezin paldayî bî û ji xwe re li kûrahiya dîrokê temaşe dikî, Yildiz Çakar bi ezmûna xwe ya kemilî û bi hostetiya xwe ya zîrek, romanê bi heskiriyên helbestê û di eynî demê de bi heskiriyên bi giştî edebiyatê û romanê dide xweşkirin.
Di dawiya romana xwe de di nava rêyên ku derbasî nav edebiyata resen dibin û diçin di giyanê peyvê de rûdinin, rêzdar Yildiz Çakar bi dergehê heftan ango bi beşê heftan, bi dengê Def Şibaban û derbasbûna cihên pîroz ên perestgehên olî û vegera ber bi hembêza xweza û dîroka qedîm ya gelê Êzîdî, romana xwe bi dawî dike.
Hûn jî ji vê dîroka pîroz bê par nebin.